QAMIŞLO – Komxebata Xwendekarên Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê bidawî daxuyaniyekê bi dawî bû. Duh li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo komxebata 2 rojan ya xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate destpê kirin. Zêdetirî 100 xwendekar beşdarî vê komxebatê bûn. Armanca komxebatê nîqaşkirina 7 beşên sereke der barê mekanîzmaya rewşa xwendekaran, rola wan di nava civakê de her wiha mekanîzmaya birêxistinkirina xwendekaran.
XWENDEVANTÎ JI NÛ VE HATE PÊNASE KIRIN
Di roja yekemîn a komxebatê de xwendevan û xwendevantî hate pênase kirin û du beş hatin nîqaşkirin. Her du beşên hatin nîqaşkirin der barê rola xwendekaran di nava civakê de, hêviyên civakê ji xwendekaran, heta kîjan astê nûnertiya rastiya civakê dikin, erka wan a sereke di pêşengiya civakê de û pirsgirêk û zehmetiyên rastî ciwanên tên û li pêşiya birêxistinkirina wan dibin asteng. Di dawiya roja yekemîn a komxebatê de girîngî dane naskirina rola sereke ya xwendekaran di nava civakê de û dûrxistina wan ji zîhniyeta kapîtalîzmê û bermahiyên wê.
REWŞA XWENDEKARAN BERIYA ŞOREŞÊ Û PIŞTÎ ŞOREŞÊ HATE NIQAŞ KIRIN
Di roja duyemîn a Komxebatê de 5 beşên din hatin nîqaş kirin; girîngiya birêxistinkirina xwendekaran, şêwazên tevlêbûna ji xebatên ku nûnertiya wan dikin, beriya şoreşa Rojava rewşa xwendekaran çawa bû, rola xwendekaran di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, çawa xwendekaran tev li xebatên gelêrî û şoreşgerî bikin, heta kîjan astê tevgerên xwendekaran dikaribûn destekê bidin avakirina şoreşa fikrî û pêşxistina wê, rewşa xwendekaran ji destpêka şoreşa Rojava û heta roja îro çawa bûye û xwendekar û nasnameya ciwanan.
BI DAXUYANIYÊ KOMXEBAT HATE BIDAWÎ KIRIN: EM VÊ KOMXEBATÊ DIYARÎ RÊBER APO DIKIN
“Ev du roj in Komxebatek li bajarê Qamişlo hate lidar xistin. Tê de gelek xalên giring hatin niqaş kirin. Me pêwîst bi vê komxebatê dit ji bo ku em pirsgirêk, kêmasî û rola xwendekaran derxin holê. Ji ber ku yê mekanîzma civakê dide meşandin xwendekarin. Rol û misyonên wan pirr giran in. Bibe vê wesîleyê em ev komxebat giring dibînin. Di encama vê komxebatê em hewl didin biçin Kongreyek li ser asta Bakur Rojhilatê Sûriyê. Armanca me ew ku em Kongreyek bi beşdarbûna hezaran xwendekar û bi heybet lidar bixin. Herî dawî em vê komxebatê diyarî Rêber APO dikin.”
ENCAMNAME WÊ PIŞTÎ CEND ROJAN BÊ EŞKERE KIRIN
Divanê da zanîn ku wê encamnameya Komxebatê piştî cend rojan ji raya giştî re bê eşkere kirin. Encama Komxebata du rojan û biryarên ku ji Komxebatê derketin wê di encamnameyê de bê ragihandin.
Komxebat bi şahiyekê, gerandina govendê û avêtinan sloganan bidawî bû.
Şirovê 1