QAMIŞLO – Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî der barê giringiya Komxebata Xwendevanên Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê ku di navbera 20 û 21’ê Îlonê de li Qamişlo pêk hat axivî û peyamên giring ji bo xwendevanan da.
Mazlum Ebdî der barê giringiya komxebata Xwendevanên Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re axivî û got “Ev Komxebata ji bo Ciwanên Xwendekar hate çêkirin zaf giring bû, di dema xwe de hate çêkirin. Bi giştî di Şoreşa Sûriyê û Şoreşa Rojava de rolek ciwanan hebû. Rolek Ciwanên Xwendekar hebû. Heta astek di pêşketina Şoreşê de kedek wan çêbû. Lê wekî em dizanîn li tevahî Sûriyê serwerdanek hêzên derve pêk hat. Destê xwe avêtin ciwanan, wan xistin bin bandora xwe, pêşî li ber xebatên ciwanan hate girtin. Ev yek hişte ku di rola ciwanan di nava Şoreşên Sûriyê û Rojava de lawaztî derkeve.”
‘JI BO XWENDEVAN BIBIN HÊZEK PÊŞENG EV KOMXEBAT GIRING BÛ’
Mazlum Ebdî wiha axaftina xwe dewam kir: “Di destpêka Şoreşa Sûriyê ciwanên Ereb û Kurd rolekî xwe mezin hebû. Daketin kolanan, bi çalakiyên sivîl ên aşîtiyane rabûn. Hişte civak tevdî rabin ser piyan û helwesta civakê li hember zilmê û desthilatdara navendî dane xuya kirin. Rolekî wan berbiçav hebû. Ciwan di Kurdistanê û Kurdistana Rojava de jî rolek xwe xurt hebû. Taybet xwendekarên Kurd ê welatparêz rolekî wan ê mezin hebû di destpêka Şoreşa Rojava de. Lê di asta Sûriyê de destwerdan hate çêkirin. Pêşengî lewaz bû. Ev jî hişte ku pêşengiya ciwan û ciwanên xwendekar ji bo Şoreşê lewaz bibe. Ev bandora xwe li ser tevahî pêvajoya Şoreşa Sûriyê kir. Ji ber vê komên çete di Şoreşê bi bandor bûn, û heta em dikarin bejin Şoreşê ji civaka Sûriyê dizin. Şoreşê ji riya wê derxistin û bi vê re komên ên îslamê radîkal derketin, komên netewperest û çete derketin. Ev ketin şûna Şoreşê. Bi vê rewşê Sûriyê gihişt heta roja me îro. Ji ber wê ji bo carek din bi giştî ciwan û ciwanên xwendevan rolekî xwe mezin di Şoreşê de hebe, ji bo dîsa pêşengiya Şoreşê bikin, di parastina destkeftiyên Şoreşê de rol bilîzin, di pêvajoya avakirinê de bibin hêzek pêşeng pêwîstî hebû ku li ser asta Sûriyê xwendekarên ciwan werin gelhev. Ev kombûna xwendekaran giring bû ji bo pirsgirêkên xwe guftugo bikin, rewşa xwe berçavan re der bas bikin, tesbitên nû bikin û pêşiya xwe bibin. Ji bo Şoreşa Sûriyê û Bakur Rojhilatê Sûriyê dîsa bi rêk û pêk bimeşe ev civîn pêwîst bû. Ez bawer dikim ev civîn wê rolekî xwe mezin di pêşeroja Şoreşa Sûriyê, Bakur Rojhilatê Sûriyê û Rojava de hebe.”
‘PÊŞENGIYA RAST A CIWANAN BINGEHÊ ŞOREŞÊ DA AVAKIRIN’
Mazlum Ebdî behsa tecrûbeyên xwe ên beriya Şoreşê kir û dazanin ku Ciwanên xwe bi fikra Kurdistana Azad av dabû û xwe birêxistin kiribûn civakê gihandine wan rojan.
Mazlum Ebdî têkildarî rewşa beriya 30 salî ev tişt got: “Dema me, beriya 30 salî Tevgera Ciwanan li Rojavayê Kurdistanê da destpê kirin rewş pirr cuda bû. Di destpêka Tevgera Netewî a Rojavayê Kurdistanê de bû. Ew dem rewşa civakê cuda bû, rewşa rejîma Sûriyê cuda bû. Şert cuda bûn, ferk û cudahî hebûn. Lê belê ruh yek bû. Wê demê jî pêwîst bû ruhekî Şoreşgerî pêşkeve, ciwan xwe tevger bikin û taybet jî ciwanên xwendevan pêwîst bû di nava civakê rolek pêşeng ji bo avakirina şoreşê bilîzin. Îro jî ev pêwîst heye. Dema ku me Tevgera Ciwanên Xwendevan da destpê kirin ew dem erk cuda bû. Erk ew bû ku em civakê hişyar bikin, li ser fikre rizgariya netewan, ramanê Rizgariya Netewa Kurd li Kurdistana Rojava hişyar û rêxistin bikin. Roleke me bi vî rengî hebû. Li ser vî esasî rolek pêşeng dilîstin. Ev erk biser ket. Eger îro li Kurdistana Rojava şoreş pêk hat û şoreş biser ket û ev şoreş di riya rast de pêş dikeve, yek jê faktorekî esasî Tevgera Azadî li Rojavayê Kurdistanê di riya pêşengiyekî rast de hate rêxistinkirin û hate meşandin. Em bi rehetî dikarin bejîn, eger ku ne rêxistinkirina Ciwanên Xwendevanên ê Şoreşger di destpêka Tevgera Azadî li Rojavayê Kurdistanê eger nebuya, wê îro rewşa me jî wek rewşên ev rêxistinên ditir ku li Rojava û Sûriyê ne. Ev asta Şoreşa a bilind ku me jiyan dikir belkî nehata jiyan kirin. Eger îro Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi gavên saxlem pêş de çû û hin jî pêş de dihere û îro xwe diparêze, bi gelên Bakur Rojhilatê Sûriyê li dijî tevahî hêzên çete şerekî bi rêve bir û rêxistinekî terorist wek DAIŞ têkbir, siyaseta xwe a netewî û navnetewî û a li ser asta Sûriyê bi şêwazekî rêk û pêk birêve dibe, ev rola birêxistinkirina Ciwanên Xwendevan a destpêka Tevgera Azadî li Kurdistan û Rojava da tê de heye. Ji ber di destpêka rêxistina Tevgera Azadî li Rojavayê Kurdistanê ku bi riya pêşengê xwe ê Ciwanên Şoreşger ê ku bi fikra Kurdistana Azad hatibû avdan û xwe bi vî rengî birêxistin kiribûn pêşengtî kirin em gihand vê astê û wan rojan.”
‘PARASTINA DESTKEFTIYÊN ŞOREŞA KU BI KEDA RÊBER APO HATIYE AVAKIRIN ERKA SEREKE YE’
Mazlum Ebdî îşaret bi keda Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo avakirina bingeha Şoreşê û wiha got: “Rewşa îro ya nû cuda ye, ji ber Şoreşek hatiye lidar xistin. Îro du erkên me ên bingehin hene. Ciwanên Xwendevan pêwîstin bi wan erkan rabin. Ev erk çi ne? A yekem, parastina destkeftiyên Şoreşê ye. Ev Şoreşa Rojavayê Kurdistan wusa ji xwe çênebûye, û bi rehetî jî çênebûye. Bi buhayekî mezin çêbû. Beriya her tiştî keda Rêber Apo tê da heye. Nêzî 20 salan Rêber Apo di nava civaka Kurdên Rojava de xebatekî mezin da meşandin. Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi kedek mezin perwerde kir, birêxistin kir. Em vê kedê nikarin jibir bikin. Bi vê keda mezin bingeha Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hate avakirin. Helbet keda gelê Rojava heye, bi hezara zarokên xwe şehîd dan, tevlî Şoreşê kirin. Piştgiriyekî bê sinor ji bo Şoreşê dane meşandin. Ev kede mezine. Ya herî giring û buha ew ê di nava wê pêvajoya 8 salên dawî de me 11 hezar şehîd dan, ev piraniya wan ciwan bû, şehîdên me ên ciwan yê herî hêja bûn. Nêzî 24 hezar birîndarê me çêbû. Ew jî piraniya xwe ciwan bûn. Îro li ser vî bineghî Şoreşek heye, destekftiyên Şoreşê hene.”
‘DU ERKÊN XWENDEVAN HENE; PARASTIN Û XWEDÎ KIRINA SAZIYÊN CIVAKÎ’
Di dawiya axaftina xwe de Mazlum Ebdî herdu erkên ku dikeve ser milê Xwendevanan wiha an^Ği ser ziman: “Erka yekem a Ciwanên Xwendevan ew e ku wan destkeftiyên Şoreşê biparêzin. Ev jî ew ê bi vî rengî bibe. Pêwîstin tevlî saziyên parastinê bibin, saziyên cuda cuda ku di bin hêzên me ên parastinê de cih digrin. Ev sazî pêwîstin bên xurt kirin, pêşengî ji wan rê bê kirin. Bila saziyên me ên îdarî, teknîkî, saziyên me ê pêşxistine hemûyan xurt bikin û di nav wan de cih bigrin. Pêwîstiya hêzên Parastina Rojavayê Kurdistan bi ciwanên xwendevan heye û pêwîstin di nav wan de cih bigrin û destkeftiyên Şoreşê biparêzin.
Erka duyem; îro ezmunekî me ê Rêveberiyek Demokratîk heye, wek tê zanin Rêveberiya Xweser heye li Bakur Rojhilatê Sûriyê. Saziyên me ê cuda cuda hene, mînak wek Ekonomîk, Civakî, Îdarî hene, saziyên xwe ê bi xebatên civaka sivîl re girêdayî hene. Saziyên çandinî, ê avahî, yanî gelek saziyên xwe hene. Ev ji bo pêşkevin, bigehêjin armancên xwe, bikevin xizmeta tevahî civakê û ji bo tecrûbeya Xweseriya Bakur Rojhilatê Sûriyê biserkeve pêwîste xwendevanên ciwan û şoreşger tê de cih bigrin û pêşengtiya wê bikin. Pêwîste ev saziyên hatine avakirin xebatê wê biser bixînin. Ev erkê xwe ê esasî ye. Tevahî xwendevan pêwîste bi van herdu erkan, erka xwe a parastinê jî û erkê xwe ê avakirina saziyên civakê û rêveberî bi şêwazekî serkeftî pê rabin. Bi vê zanebûnê pêwîste tevlîbûnê çêbikin û bi ruhekî Şoreşgerî, bi ruhekî xebata mezin kirin xwe beşdar bikin û biser bixînin.”
NC/Andok Özgür
WE BIDOME…
BEŞA DUYEM: Rewşa dawî a siyasî û gefên dagirker ên dewleta tirk, bi vê re girêdayî rol û misyona ciwanan di vê pêvajoyê de.
Şirovê 1