WAN – Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Gelan a Demokratîk HDP’ê bernamyea sê roja ku ji bo jinên ciwan yên ji Bakurê Kurdistan û Tirkiye lidar xistibû bi dawî bû.
Di 21’ê Îlonê bernameya ku Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê amade kiribû destpê kir û nêzî 60 jinên ciwan beşdarî vê bûn. Bername li ber gola Wanê destpê kir. Jinên Ciwan ku li nêzî gola Wanê kampa xwe avakiribûn, der barê pirsên wek “Jinên Ciwan kî ne”, “Çima Rêxistinbuyîn pêwîst dike”, “Qadên rêxistinkirinê kijanin” niqaş meşandin. Jinên Ciwan di atolyeyan de pirsgirêkên ku jinên ciwan jiyan dikin niqaşkirin û riyên çareserî pêşxistin.
Jinên Ciwan cihên dîrokî ên li Wanê jî ziyaret kirin, lê polîsên tirk ên dagirker tim tim dibûn asteng û êrîş pêk dianît. Polîsên dagirker xwediyê kampê ku jinên ciwan lê di man tehdît kir û xwestin bernameyê asteng bikin. Ruxmê gelek astengiyan û gefan jî jinên ciwan bernameya xwe bi coş pêk anîn.