RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Di pêkhatina PKK’ê de pirsgirêka bingehîn ew e, di mijara dewletdariya netewe de şîlo maye. Nexasim tezên J. Stalîn di mijara pirsa neteweyî de bi tesîr bûne. J. Stalîn pirsgirêka neteweyî weke pirsgirêka dewlet avakirinê dibîne. Ev nêzîkatiya wî bandor li tevahiya sîstema sosyalîst û tevgerên rizgariya neteweyî kiriye. Lenîn jî vî mafî qebûl dike û avakirina dewletê weke mafê neteweyan ê çarenûsa xwe diyar bikin dibîne û ev sedema bingehîn e ku dike, bi tevahî partiyên kominîst û sosyalîst ji aliyê îdeolojîk ve şîlo bibin. PKK di dema derketina xwe ya holê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd îdeayeke xwe ya bingehîn hebû û modela wê ya çareseriyê modela dewlet avakirinê bû ku Stalîn ew pêşkêş kiribû û Lenîn jî erê kiribû. Di wê demê de ango di salên 1950’î û 1970’î de tevgerên rizgariya neteweyî gihiştibûn asta herî bilind û pirraniya wan jî bi cihêbûna dewleteke din bi encam dibûn û vê jî dikir ku modela behsa wê tê kirin bibe yekane, bibe modela ji wê çêtir tinebe. Avakirina dewleteke cihê bûbû pîvaneke pîroz a amentûya sosyalîst. Ji bo mirov bibûya sosyalîst, diviyabû mirov bibe alîgirê dewlet avakirina gel û neteweyên têne mêtin û bindest. Sosyalîstbûn bi vê alîgiriyê re wekhev dihat qebûlkirin. Mirov berevajiyê vê bifikiriya, ji sosyalîstbûnê derdiket. Ya rastî, prensîba her netewe mafê xwe heye çarenûsa xwe diyar bike pêşî ji aliyê Serokê DYE’yê Wilson ve di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hatibû gotin û ji nêz ve têkiliya xwe bi gavavêtinên hegemonîk ên DYE’yê re hebû. Lenîn ji bo ji Wilson kêm nemîne û ji bo desteka neteweyên bindest û gelên dihatin mêtin bikişîne cem Yekîtiya Sovyetê, heman prensîb bêhtir radîkal kir û bir heta bi avakirina dewleta serbixwe. Di vî warî de herdu sîstem ketin nava pêşbaziyekê. Mînaka herî berbiçav a vê yekê ew e, herdu hêzan jî hewl dida destekê bidin berxwedana neteweyî ya nû li Anatolyayê dest pê kiribû. Paşê ev nêzîkatî di navbera herdu sîsteman de bi awayekî gurrtir dewam kir.
Damezrînerên sosyalîzma zanistî K. Marks û F. Engels jî di vê mijarê de xwediyê helwestek zelal nebûn. Di felsefeya Hegel de bingehîn modela dewletê bi dewleta netewe hatibû teorîzekirin û li ber vê jî ranebûbûn û rexne nekiribûn. Wan jî modela dewleta netewe weke şêweyekî nû yê dewletê erê kiriye. Ev şêweyê modernîteyê û serdemê qebûl kirine. Bawer kirin ku ev bi awayekî xwezayî û çawa divê bibe bi wî awayî pêk hatiye. Mînak di dema wan de yek ji pirsgirêkên bingehîn ên neteweyî yên Elmanyayê pirsgirêka yekîtiyê ye, û weke çare ew jî helwesta xwe li cem dewleteke netewe ya navendî nîşan didin û bawer dikin ku bi vî awayî Elmanya wê ji komên ji hev belav ên federe rizgar bibe. Li vî şêweyê çareseriyê xwedî derdiketin nexasim jî li dijî anarşîstan ev çareserî diparastin. Dîrokê îspat kir ku di vî warî de anarşîst mafdar in. Nemaze fikrên Bakunîn û Kropotkîn hem mafdariya xwe û hem jî îro hukmê xwe yê rastiyê dewam dikin. Ya dawî li sosyalîzma zanistî û pratîka wê sosyalîzma pêkhatî anî, ya rastî, sedema bingehîn a rê li ber jihevdeketina wê vekir modela bi hêz a dewleta netewe bû ku xwe sipartibû burokrasiyeke zêde navendîkirî. Bi giştî dîktatoriya proleteryayê weke dewlet, bi taybetî jî şêweyê wê yê herî navendî û ketiye heta mûrehên civakê dewleta netewe, sedemên bingehîn ên hilweşîna ji hundir ve û jihevdeketina wê ne. Sedemên din di dereceya duyemîn de xwedî rol in. Di dîroka sosyalîzma pêkhatî de ku ji sedûpêncî salî zêdetir e, bi saya fedekariyên mezin nirxên hêja derketin holê, lê ji ber ku sosyalîzma zanistî di mijara dewlet û demorasiyê de ji teoriya xwe bi xwe mehrûm bû, nirxên xwe ji rizînê re hiştin û dev ji xwe berda ku xwe bi xwe ji hev de bikeve.
Ji ber ku Marks û Engels dewleta netewe ya Elman a di serê salên 1870’yan de hat avakirin pirr rûmetbilind kirin û weke mînak pêşkêş kirin, bi destên xwe û bi mejiyên xwe li sosyalîzma zanistî ya kiribûn yek ji utopya herî bi îddîa ya mirovatiyê şaşiya herî bingehîn kirin. Eger rexneyên dîrokî yên anarşîstan li ber çavan girtibûna nexasim jî rexneyên Bakunîn û Kropotkîn, wê ji sedî sed çarenûsa sosyalîzma zanistî cuda û serketî bibûya; nirxên sosyalîzmê azadîxwazî, demokrasî û wekhevîxwazî wê li dijî modernîteya kapîtalîst bibûna sîstemeke alternatîf a serketî û mayînde. Li dijî tevahî hêmanên modernîteya kapîtalîst ango li dijî meyla kara herî zêde ya sermayeyê, dewleta netewe û îndustriyalîzmê wê hêmanên avaker ên modernîteya demokratîk ango ekonomiya bazara civakî, îndustriya ekolojîk û neteweya demokratîk wê gelekî bi pêş biketana. Em dizanin ku K. Marks û F. Engels di demên dawî yên temenê xwe de mîna ku li vê kêmasiya bingehîn hayil bibin, nexasim diyar dikin ku ji civaka komin a destpêkê gelek tiştan hîn bûne, haya wan jê çêbûye ku qonaxa kapîtalîzmê mecbûriyet nîne û şêweyên civaka berê yên xwe bisipêrin sosyalîzmê hêjayî ceribandinê dîtine. Marks, xwestibû Kapîtalê bi tehlîla li ser dewletê temam bike. Tê zanîn, temenê wî têra vê nekir. Engels di berhema xwe ya navdar Koka Malbat, Dewlet û Milkiyeta Taybet de sosyalîzma zanistî hûrûkûr kiriye û aliyekî dîrokî dayê. Li ser navê teoriya sosyalîzma zanistî bêşensiyeke mezin e ku revîzyon ne ku wan, lê Bernstein kiriye. Paşê ya hûrûkûr hatiye kirin ne rastî ne, şaşî ne. Nexasim nêzîkatiyên lîberal bûrjûwa yên Bernstein der barê demokrasiyê de, û yên Lenîn û Stalîn jî der barê dewlet û pirsgirêka neteweyî de, di dîroka sosyalîzma zanistî de bûne şaşî û jirêderketina herî mezin. Ne bi tenê jirêderketin û şaşî hatine kirin, li şûna rastiyên bingehîn weke sosyalîzma pêkhatî hatine avakirin.
V. I. Lenîn li Bernstein rexneyan digire û di nava rexneyên wî de rastî hene. Lenîn rexne li Bernstein digirt ku demokrasiya sosyal (di wê demê de ev nav didan partiyên sosyalîst) dike dûvikê lîberalîzma bûrjûwayê û dike şaxekî wan ê çepgir. Ev rexneyên wî di cih de bûn. Jixwe bûyerên piştre qewimîn ev fikir piştrast kirin. Revîzyonîzma Bernsteinparêz jirêderketineke rastgir bû û derba herî xedar û pêşî bû ku li sosyalîzma zanistî ket. Lê ji ber ku kêmasî û şaşiyeke gelekî girîng a sosyalîzma zanistî hebû vê derbê bandora xwe kir. Ew kêmasî û şaşî jî tinebûna demokrasiyê bû û li şûna wê avakarina dewleta netewe bû. Vê kêmasî û şaşiyê Bernstein bi tesîr dikir. Bernstein, dixwest demokrasiya civakî ji dîktatorî û saziyên dewletê dûr bike, dewleta netewe ya Elman li ser rêya dewleta civakî nerm bike û bi vî awayî di mijara dîktatoriyê de ji şaşiyê bibihure û tinebûna demokrasiyê ji holê rake. Herdu nêzîkatiyên wî jî oportunîstwarî bûn. Lê rexneyên rast ên Lenîn jî ji alternatîfên rast mehrûm bûn. Tişta ku Lenîn li şûna sosyal demokrasiya Bernsteinparêz a demokrasiya bûrjûwa û şaxê wê yê çepgir pêşniyar dikir, dîktatoriya proleterya û dewleta sosyalîst e. Di vê mijarê de Lenîn gelekî asêmayî ye, û tevahiya jiyana xwe nikare ji vê bibihure. Mijarên dîktatoriya proleterya û dewleta sosyalîst Lenîn gelekî mijûl kirine. Di van mijaran de pirr hewl daye, lê bi ti awayî nikarîbûye çareyekê bibîne. K. Marks bi rasthatina Komina Parîsê (1871) çend caran têgîna dîktatoriya proleteryayê tîne ziman, lê ev jî mijarek e ku ji aliyê teorîk ve nehatiye lêkolîn. Ji bûrjûwaziyê îlhama xwe girtine û gotine “Ma dîktatoriya wan heye çima dîktatoriya me ya proleteryayê tinebe?” bi vî awayî analojiyeke çor tê kirin.
Lenîn, piştî ezmûna Sovyetê di serê salên 1920’î de serê xwe li ser teoriya dewleta sosyalîst êşandiye. Tê zanîn, temenê wî têra vê nekiriye. Dîsa tê zanîn ku di vê demê de Kropotkîn bi xwe ji Lenîn re pêşniyar kiriye ku divê Sovyet weke modela demokratîk bi sazî bibe û bê mayîndekirin. Lenîn pirr zêde guh nedaye vê pêşniyarê, nexasim ji ber kesayeta anarşîst a Kropotkîn bi guman nêzîk bûye û xweş nedîtiye. Ji vir û pêve jî tê zanîn. Stalîn bi ew sosret û hetîketiya bi navê dîktatoriya proleteryayê tevahiya meylên şoreşger, demokratîk û sosyalîst daqurtandiye û herî dawî jî Stalîn bi xwe li ser bêbextiya vê makîneyê hatiye daqurtandin. Gotina Lenîn heye dibêje, riya diçe sosyalîzmê di nava demokrasiya herî berfireh re derbas dibe. Lê bi çavkorî di ser vê gotinê re derbas bûne, teorî û pratîka wê nekirine. Ewqasî bawer kirine ku bêyî dîktatoriya proleteryayê û dewleta wê nikarin bijîn, têgîna demokrasiya proleter weke dîktatorî û şêweyê wê yê dewletê terîf kirine. Ango demokrasî weke şêweyekî dewletê û dîktatoriyê hesibandine. Şaşiya kategorîk jî di vir de ye. Em ji dîrokê zanin, demokrasî ne şêweyekî dewletê û ne jî şêweyekî dîktatoriyê ye. Berevajî, şêweyekî rêveberiya civakê ye, alternatîfê xwe heye û bi vî awayî hem dijberê dîktatoriyê ye, hem jî dijberê dewletê ye. Li cihê ku civaka demokratîk hebe dewlet an jî dîktatorî nabe, hebe jî bi kêmanî di astekê de bi civakê re li hev dikin. Ji K. Marks heta bi Lenîn a ku sosyalîstên zanistî nikarîbûn pêk bînin, sîstema demokrasiya civakî ye yan jî civaka demokratîk e. Lewma li şûna wê dîktatoriya proleteryayê û dewleta sosyalîst danîn. Ev şaşiya mezin ku firsend da revîzyonîzma Bernsteingiran ji kêmmayîna sîstema demokrasiya sosyal e, bi gotineke din ji kêmmayîna civaka demokratîk e.
Min di cildên berê yên parêznameyên xwe de hewl dabû van mijaran analîz bikim, lewma ez ê niha tenê qîma xwe bi dubarekirineke kurt bînim. Civaka demokratîk şêweyekî rêveberiya civakî ye, ne dîktatorî û ne jî dewlet e, û divê nebe şêweyekî rêveberiya dewletê û dîktatoriyê. Eger em ê behsa demokrasiyê bikin, mînakên dîrokî hemû îspat dikin ku weke şêweyekî rêveberiyê yê bêdewlet pêk hatine û bi gewde bûne yan jî ji aliyê dîrokî ve şert û mercên wan pêk nehatibin bi dewletê re li ser bingehê lihevkirineke bi pîvan rêveberî parve kirine û pêk hatine. Weke têgîn dewleta sosyalîst û dîktator jî şaş in. Dîktatorî weke ontolojîk, diyardeyek e ku bi tenê xweserî çîn û tebeqeyên elît ên yekdestdariya hêz û mêtinkariyê di destên xwe de digirin. Diyardeyek e ku bi xwîn, êş û mêtinkariyê hatiye stran û ev rewş bûye têgîn. Ji lewra kedkar, bindest û kesên têne mêtin bi amûreke wisa re hem weke zêhn ji aliyê teorîk ve, hem jî weke amûr ji aliyê pratîkê ve nabe têkiliya wan pêre hebe. Eger bê gotin, na dibe ku têkiliya wan pêre hebe, hingê hêsan e, û balkêş e ku mirov li gorî demên berê niha bi ezmûna Sovyetê û ezmûnên bi heman rengî îspat bike ku ezmûnên behsa wan tê kirin çawa bi encam bûne û vê şaşiyê nîşan bide. Mirov heman xusûsan dikare ji bo dewleta sosyalîst jî diyar bike. Serketina siyasî bi dest bixin jî piştî serketinê nabe ku dewleteke civakî ya kedkaran, bindestan û kesên têne mêtin hebe; berevajî, bibe wê demokrasiya wan a civakî an civaka wan a demokratîk bibe. Li gorî tehlîla dawî, dewlet; navê wê û naveroka wê çi dibe bila bibe, bi temamî bê kêr nebe û der barê rêveberiya civakî de fonksiyonên wê yên girîng hebin jî sîstemeke yekdestdariya hêz û mêtinkariyê ye ku li ser civakê hatiye avakirin. Ji aliyê ontolojîk ve hebûna xwe bi saya vê rastiyê ye, û navê wê yê kevnar e. Ne pêkan bû ku bi vê hêka ‘dewleta sosyalîst’ bikirana. Çawa ku çêlek nikare hêkan bike û dizê, dewlet jî bi tenê dikare bi şêweyên cuda dewletan bizê. Ji heman dewletê nayê ku hêkan bike çêlikên sosyalîst bizê. Ji ber ku çivîk hêkan dikin, li ser hêkên xwe kurk dikevin û bi tîna germê ya diyar çêlikan ji hêkê derdixin. Belkî mînaka me hinekî çor be, lê divê ti carî ji rastiya wê guman neyê kirin.
Der barê anarşîstan de xusûsek heye ku ez behsa wê nekim, nabe. Rexneyên anarşîstan li ser dewleta netewe ya zêde navendkirî û dîktatoriyê rast in. Dîrokê rexneyên wan ên di vî warî de piştrast kirine û mafdar kirine. Lê wan jî weke alternatîf azadiyên ferdî û ji nû ve vegera li jiyana komên destpêkê yên mirovatiyê pêşkêş kirin û çawa ku di sosyalîzma pêkhatî de hat dîtin û li gorî tehlîla dawiyê, ew jî ji şaxên çepgir ên lîberalîzma bûrjûwayê wêdetir bi rolekê ranebûn. Eger rexneyeke mafdar bi kirineke rast an teoriya rast a civaka demokratîk û şêweyên wê yên pratîk re temam nebe, bivênevê wê pûç bibe û wê bibe versiyoneke cuda ya lîberalîzmê yan jî mezhebên wê. Li vir, di tevahiya mijaran de ya diyarker niyeta baş a ji bo wekheviyê û xwestekên ji bo azadiyê nîne, nêzîkatiyên rast ên teorîk der barê rastiya dîrokî û civakî de, û der barê pêkhatina wan a pratîk de ye.
Di pêvajoya derketina holê ya PKK’ê de rewşa wê ya îdeolojîk a ne zelal û şîlo, bi giştî ji ber rewşa sosyalîzma zanistî, kêmasî û şaşiyên wê yên me diyarkirî bû. Îdeolojiya dewletdar a netewe tevî îdeolojiya civakparêz a demokratîk di zikhev de tevlîhev û biserhevvekirî li cem hev bûn. Partiyên kominîst û karker ên mînak hatibûn girtin hemûyan ji şaşî û kêmasiyên sosyalîzma pêkhatî para xwe girtibûn. Di qonaxa damezrandinê de em ne xwediyê wê hêz û qabîliyetê bûn, îdeolojiya dewletdar û îdeolojiya civakparêz ji hev bikin. Herçî mînakeke me jê ders bigirta jî tinebû, herwisa em xwediyê kapasîteyeke teorîk û daneheveke zanînê nebûn ku pê karibin ezmûna dîrokî rast şîrove bikin. Li gorî teoriya biserhevvekirî ya rizgariya neteweyî di pratîkê de girêdayî têgîna ‘Kurdistana Mêtingeh’ tiştên bihata kirin diyar bûn. Li gorî şerê rizgariya neteweyî yê demdirêj armanc dewleteke neteweyî bû. Li Efrîkayê hema bêje her roj şerên rizgariya neteweyî yên dubare dibûn bi îlankirina dewleteke serbixwe bi encam dibûn. Van mînakan di çareseriya pirsgirêka neteweyî ya Kurd de bêyî ku pêdivî bi teorî yan jî pratîkeke din hebe, riya tevgera Kurd biketiyayê raber dikir. Bêyî ku me serê xwe li ser teoriyên giştî yên rizgariyê biêşanda, qîma me dihat ku em bi tenê pratîkên rizgariyên neteweyî lêbikolin. Wekî din, îcazeta me ji hosteyên mezin Lenîn û Stalîn digirt, tevahiya qûtê teorîk û qalibên pratîk ên pêdiviya me bi wan hebû pêşkêş dikir. Lewma ya li ser milê me dima ew bû, em bi lez çarçoveya îdeolojîk a kombûnê temam bikin û wê bikin malê girseyê. Me jî ev kir.
Eger mirov dema 1973-1976’an weke dema koma teng diyar bike, mirov dikare salên navbera 1976-1978’an jî weke salên girsebûnê bi nav bike. Em bi awayekî serketî ji herdu deman bihurîne. Pirsgirêk ew bû ku wê piştre çi û çawa bihata kirin. Piştî koma ciwanan û belavbûna li nava girseyan, gelo wê gava partîbûnê bihata avêtin an jî wê rêxistina çalakiyên eskerî bihata sazkirin. Bi bersivadana vê pirsê, wê pêvajoya piştî van qonaxan diyar bibûya. Me bi partîbûnê hewl da bersivê bidin vê pirsa teknîkî xuya dikir. Ma ne Şoreşa Viyetnamê di vê mijarê de mînakeke têra xwe xweş pêşkêş dikir. Jixwe çalakî jî pêk dihatin. Li cem Çepgirên Tirkiyê ezmûnên mîna rêxistiniyên bere û artêşê hebûn. Bi awayekî çalakî bi yekîtiyên rizgariya neteweyî jî dikarîbûn pêk bihatana. Li gorî ruh û giyanê demê jî bûyerên bi vî rengî di cih de bûn. Me ezmûneke serketî di rewşa berbiçav a Kurdistanê de pêşde dibir. Ji bereya dij-şoreşê, me dengê lingên darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê dibihîstin. Komkujiyên li Mereş, Çorum, Bahçelîevler û kuştina gelek ciwanên şoreşger û rewşenbîran nîşan didan ku ji bilî derketina derveyî welêt rizgarî ne pêkan e. Ji ezmûna 12’ê Adara 1971’ê têra xwe ders hatibûn girtin. Me dîtibû, kengî kadroyên pêşeng têne tinekirin, rêxistin bi hêsanî careke din nikarin pişta xwe rast bikin. Me di 2’ê Tîrmeha 1979’an de, gavavêt nava Rojhilata Navîn û ev jî li gorî ruhê têkoşîna demdirêj di cih de bû. Li gorî şerê gel ê demdirêj û ji bo desteka dîplomatîk, me gaveke di cih de û di dema wê de avêtibû. Dema darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’î pêk hat, bi tevahî komên çepgir derbên stratejîk xwarin, lê PKK’ê dest bi pêvajoyeke nû û bi hêvî dikir. Eşkere ye ku ev gavên serketî yên taktîkî bûn.
Em dema ji nû ve salên 1970-80’î binirxînin, em bi hêsanî dikarin bibêjin, pirsgirêka Kurd cara pêşî ye ku ji mijara rojname, kovar û komeleyê derdikeve û bi karekterê çînî xwe digihîne rêxistinkirina partiyeke pêşeng a modern û bi vê rêxistiniyê re di zikhev de xwe digihîne avahiyeke çalakiyê. Li vir a girîng ne ew e ku partî rêxistineke bi hêz be û kapasîteya wê ya çalakiyê hebe. Ji ber ku rêxistinên din ên Kurd bi van xisletan hebûn. Partiyên mîna PDK û TKSP’ê ji mêj ve hebûn. Tişta nû ew bû ku cara pêşî rêxistinî û çalakî di zikhev de pêk dihatin. Ev ji aliyê rastiya civaka Kurd û cografya Kurdistanê ve dihat wê maneyê ku ev serîrakirineke nû bû, hem jî şer û serîrakirineke bi partiya pêşeng û bi rêxistinî bû. Bi kêmanî di teoriyê de hatibû qebûlkirin ku karekterê şer demdirêj e, û ji qonaxên stratejîk pêk tê. Hem li gorî rastiya neteweyî hem jî li gorî rastiya navneteweyî ya wê demê di cih de bû, û li gorî wê jî gavên stratejîk û taktîk ên serketî dihatin avêtin. Lê herçiqasî rastî û îradeyê bi awayê xuya dikir xwe nîşan bidana jî fikar û kêmasiyên mezin ji binî ve dihatin hiskirin.
Darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê pêk hatiye û rûyê mîlîtarîst ê dewletê bi rastiya xwe hemûyî berbiçav bûye. Civak mîna gihiştibe mêrê xwe yê rastî û hiyerarşîk xwe rehet his dikir. Di rabihuriya nêz de kirinên li Kurdistanê diyar bûn. Kirinên di çarçoveya înkar û tinekirinê de bi tevahiya şîddeta xwe li ser kar bûn. Faşîzma mîlîtarîst a ji aliyê NATO’yê ve hatibû erêkirin, wê ti cureyê zordestî, şîddet, êşkence û komkujiyê nemana ku nekiribana. Kengî mijar dibû rastiya Kurd û Kurdistanê, qirkirinên bi temamî ji dîrokê û cografyayê rakirin diketin rojevê. Felaketên mezin ên bi serê Ermenî, Rûm, Suryaniyan de û di dema nêz de bi serê berxwedanên Kurdan de hatibûn hînê birînên wan teze bûn û nehatibûn jibîrkirin. Ev sedema fikarên mezin bûn. Kêmasiyên bingehîn jî ew bûn ku li hundir û derve hêzên ewle û têkûz ên xwesipartinê tinebûn.
Ti hêviya zêde ya mirov ji dublokbûna kapîtalîzm û sosyalîzmê bike, tinebû. Bêhna revîzyonîzmê xwe berdabû her derê. Çepgiriya Tirk ji ber sedemên hundir û derve xetimî bû û derba stratejîk xwaribû. Lewma di pêvajoya nû ya li pêşiya PKK’ê de gelek tiştên nediyar hebûn.”
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN