NAVENDA NÛÇEYAN
“Aqil, wek wateya peyv; hişê ku xwe gihandiye wate û hişmendiyê, bi elimandinên ku fêr buye rastî, şaşitî, başî û nebaşî jihev cudakirine.
Wateya aqil û zîrekî jihev cuda bin jî di nava diyalektîkê de ne. Ji bo her mirovê bi aqil têgina zîrek nayê bikaranîn, ji bo mirovekî zîrek jî têgina bi aqil nayê bikaranîn. Ruxmê ku bi hevre girêdayî ne, wateyên herdu peyvan cudaye, min ev ferkkîr dema ez li ser fikirî. Aqil û zirekî wek encamê derketine holê. Dema min cewherê vî karî lêkolîn kir, min ji nişka ve dit ku ez gihiştime destpêka dîrokê.
Wek Rêberê Gelan Abdullah Ocalan gotiye: “Xezîneyên xwe li cihê ku we wenda kiriye lê bigere”. Ji ber kapîtalîzmê wateya peyvan şîlo kiriye û hewl dide bi vî awayî cewherê wan veşêre, ev yek xwe ji têkiliyên navbera aqil û exlaq digre.
Di şexsekî an jî di kesayeta şexsekî de li ser tevahî civakê guhertina exlaq çêbibe, ev bandora xwe li ser rastî û şaşitiyê jî dike.
Encama çalakiya biryardayinê ku wek aqil tê lanse kirin, bandora xwe li ser exlaq ku pîvanê jiyana civakê dide diyarkirin dike, Bi vê dixwazin rola serek a exlaq ku di biryardayinê de dilîze dur bixe.
Exlaqê şexs dema di dereceyekê pêk bê, ew dem dikare bi aqil tevbigre.
Yek ji pîvanê civakê ê esasî ji bo ku civak bibe civak ew ku karibin bihevre jiyan bikin. Ji bo bikarin bihevre jiyan bikin pêwîstî bi têkilî û qebûlên hevpar heye, ew dem dîsa exlaq dikeve dewreyê. Ji bo civakek wek civakekê bê naskirin pêwîste destpêkê di milê exlaqî hevparbunekê avabikin. Yekbûna exlaq dibe sedem ku ferd werin gelhev û wusa jî ruhê civakî ava bibe û di encamê de berbi civakîbûnê ve diçe.
Ji bo civakek ku di çarçoveya exlaq de hatibin gelhev, bikarin jiyana xwe bidomine, pêwîstin di nava tevgerbunekê de bin. Dem ev tevgerbûn hebe, wê fêr bibe û ew tiştê ku fêr buye wê wek tecrûbê bide yê kêleka xwe. Di vê demê de ku tiştên fêr dibin, em nikarin bi giştî bêjin ku ev tevahî rastin.
Ji ber vê, gavên û qebûl-redên ku li ser esasê exlaqê civakî pêşdikevin, aqilê civakê ava dikin. Aqilê civakî ku tê avakirin, bi vê xwe pêşdixe û hebûna xwe didomine.
Têgina dewlet jî wek peyv dij-civakê tê pênase kirin. Gotinek heye ku dibêje; Ziman, Ol û Netewa dewletê nine. Bi kurtasî exlaqê dewletê tune. Cihê ku exlaq lê hebe, wateya dewletê namine. Têgina dewletê wêe vala derkeve û tasfiye jiyan bike. Ji ber vê jî hertim dewlet exlaqê civakê ku wek dînamîka wê tê zanin digre hedefa xwe û dixwaze ev tune bike.
Di taybetmendiyên karakterîstîk ê dewletê de; feraseta bila hertim ji min re be, zordarî, talan, qetlîam, û dijminatî heye. Bi vê dewlet dixwaze hebûna xwe biparêze. Dema dest ji wan taybetmendiyên xwe berde, ew dem wê ve saziya terorê dikeve diltirsiya hebûna pêşeroja xwe. Dewleta ku bi tirsa tunebûnê hertim tevbigre, wê ji bo vê tirsa xwe derbas bike êrîşî gelan bike û ev êrîş wê sinora nasneke.
Ji ber vê jî dewlet ji bo hertim hebûna xwe a teqez bicih bine û kedxwariya xwe bikare bidomine wê beyî metirsiyan û bi hemû zordariyên xwe tişta pêwîst pêk bine. Ev yek ji bo dewletbûnê pêwîst e. Eger vê neke, wê ji dewletbûnê durbikeve. Ew dem, wê ji milê dewletê din ku amade ne ji bo dewletek din dagir û talan bikin bê desteserkirin. Wê hemû pilanên xwe bixin meryetê ji bo ew dewleta lazaw bixin bin destê xwe.
Eger ev kiryarana tên kirin, ew dem dîsa ên tên talankirin civak bixwe ye. Civaka ji pîvanê exlaq bêpar mane, naveroka wê hatibe valakirin, ew dem tam li gorî xwesta dewletê ye ji bo bikare civakê li gorî xwe şeklekî bide.
Tam jî ev aqil ku bi vê kedxwariya teqez hebûna xwe didomine, aqilê dewletê ye. Ji navenda ev sîstem kedxwar ku xwe rêve dibe, tu rêgez, etîk û exlaq nasnake, bi hişmendiya ku hertiştî di xwe de dide destpê kirin û dide xelas kirin, refleksên civakê bendewarkirin bi xwe şaştiyeke.
Em vê jibîr nekin, kesên ku em wek zilamê dewletê binav dikin taybetmendiya wan a hevpar bêexlaqbûne. Ji wan kesan ku bi dereceya bêexlaqbûna xwe di sîstemê tê bicihkirin, gav hêvî kirin ne pêkane. Ji ber vê jî ji ferd heta civakê erka serek ew ku exlaqê civakî dîsa bê rûniştandin û bi vê re nifşê ku pêşdikeve jî ji hişmendiya kedxwar a dewletê durxistin tiştekî esase. Nifşekî ku durî kedxwariyê mezin didibe, tê wateya afirandina pêşêrojek azad.”
NC/Harun Xweza