WAN – Walîtiya Wanê a dagirker ragihand ku ji bo 15 rojan meşên xwepêşandana qadên vekirî, civînên qada vekirî, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiya rûniştinê, vekirina stantan û her cûre çalakî û şahî hatine qedexekirin.
Li Wanê qedexekirina her cûre çalakî û şahiyan dewam dike. Ji hezar rojî zêdettire ev qedexe didome. Walîtiya Wanê carek din ragihand ku ji bo 15 rojan meşên xwepêşandana qadên vekirî, civînên qada vekirî, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiya rûniştinê, vekirina stantan û her cûre çalakî û şahî hatine qedexekirin. Li gorî biryara Walîtiyê dê qedexe roja 26’ê îlonê dest pê bike û heta roja 10’ê cotmehê dewam bike.