DERÎK – Jineolojî di warê jinê de ji bo afirandina jiyanek nû giringiyek mezin dilîze. Ji bo jinê deriyê jiyanek alternatîf û jiyanek nû vedike. Di şexsê jinê de Jineolojî pergal nû dide civakê jî. Zanîstiya civakî û wekhev ku di şexsê jinê xitabî civakê dike, der barê vê de berdevka Jineolojî a Kantona Cizîrê Baran Rojhilat ji ajansa me re axivî û destpêkê pênaseya jinê vegot.
JIN NE NAMÛSA KESIYE, YA XWE YE
Baran Rojhilat pênaseya jinê kir û daxuyakirin ku ger jin bi îradeya xwe jiyan bike, ew dem pênaseya jin cihê xwe digre û wiha axaftina xwe domand: “Wek Jineolojî em jinê wiha şîrove dikin; azad, bi hêz û îrade, xwebûn, bi îradeya xwe xwe îfade kirin. Jineolojî jinê wiha pênase dike. Lê di civakê de jin hertim wek aîdî kesekî tê ditîn, ew kes jî hertim zilame. Misal wek xwişka birayê xwe ê xort, hevjîna mêrekî, yan jî keça bavê xwe. Yanî jin wê ilehî girêdayî zilamekî be. Jin wek milk û namûsê tê ditîn. Jineolojî destpêkê li dijî vê pênaseyê derdikeve. Jin ne girêdayî zilamekî ye, ew ya xweye. Ev pênase ji bo hemû zindiyan derbasdare. Li cihanê pêwîste her zindî yê xwe be, bi xwebûyina xwe bijî.”
JINEOLOJÎ XITABÎ HER BESÊ Û TEVAHÎ CIHANÊ DIKE
Baran, “Jineolojî xebatekî ku li hemû Kurdistanê û tevahî cihanê tê meşandin e. Xebatê me din wekî Jineolojî Ciwan, Jineolojî Enternasyonal û gundê Jinwar hene. Di nava xebatan de hemû kes rolek giring tê de dilîze. Jineolojî wek girêdayî qadekê pêwîste em nebînin, ji ber Jineolojî zanistiyeke û li tevahî cihanê wek zanistiyekê tê zanin. Em dikarin bejin ku hemû kes di nava xebatên Jineolojî de cih digrin. Jineolojî hemû kesî digre nav xwe, jin, zarok, xort û xweza. Bi her tiştî re têkiliyê Jineolojî heye. Em dibêjin jin nîvê civakê ye, ger fikir û biryarên jinê di nava civakê de tune be, ev tê wateya ku nîvê civakê felç buye. Ger di nava civakekê de jin nin be, ew dem civak wek miriyekî tenê fîzîkî dimeşe.”
JIN DI NAV HER BEŞÊ CIVAKÊ DE CIH DIGRE
Baran Rolhilat got, desthilatdarî bi zîhniyeta serdestiya zilam derketiye, dixwaze di her beşek civakê de jin dûr bixe, lê Jineolojî wek alternatîf pêşketiye û dixwaze dîsa rol û misyona jinê nava civakê bide qezenc kirin û wiha axaftina xwe domand: “Desthilatdarî rola jinê nava civakê diziye û veşartiye. Misal perwerde mijarek giring e di nava Jineolojî de. Mamosteya yekem di malê û derveyî malê dayik e. Di nava perwerdê de cih rolek serek dilîze. Dîsa tenduristî mijarek giring e di nava zanistiyê de. Pêwendiya jinê hertim bi tenduristî heye. Bi rêbazên xwezayî jin di nava tenduristî rolek mezin listiye. Der barê vê mijarê lêkolînê me jî hene ku rêbazên xwezayî pêş dixin. Beşê Jineolojî ên din Demografî, Cografî, Aborî, Siyaset hjeye û hin beşên ditir jî di nav de cih digrin. Beşek giring siyaset e, ji ber di nava siyasetê mekanîzmek biryardayinê heye, di vir de biryar li ser civakê tên girtin û hebûna jinê di nava biryardayinê giringe. Di nava Jineolojî de aborî- îktîsadî jî cîhekî giring digre. Desthilatdarî bi kurnazî dixwaze jinê di milê aborî vê bixwe ve bide girêdan û lawaz bixe. Bi vê riyê dixwaze jinê muxtacî xwe bikin. Ji bo desthilatdariya xwe pêwîst dibînin ku jinê di milê aborî de lawaz bike. Lê ya rastî ew ku jinê aboriyê ava dike.
Wek min got, jin di her beşê jiyanê de xwedî rol û misyon bû. Lê desthilatdarî hewl dide vê ji destê jinê bigre û lawaz bike. Bi Jineolojî em dixwazin dîsa jin bibe ya xwe û dîsa rol û misyona wê bide qezenc kirin.”
JINEOLOJÎ JI BO JINAN DERIYÊ TÊKOŞÎNÊ VEDIKE
Baran ku bal dikşine ser êrîşên fikrî û fîzîkî, dibêje Jineolojî bersiva van e û wiha axaftina xwe berdewam dike: “Êdî polîtikayên tunekirinê yên bi êrîşkirina li ser fikrî û fîzîkî jinê hatiye rewşek ku nayê qebûl kirin. Jin ku ne mecbur in her tiştî qebûl bikin, mecbur tê xistin ku qebûl bikin. Wek alternatîfa vê, Jineolojî dikare alîkarî bide jinan. Em dikarin Jineolojî wek zanistiya ku jinên bi hêz û îrade derdixin holê, bigrin dest. Ji xwe re rewa dibînin ku heta mafê hilbijartina cila jî nedin jinê. Li Rojhilat ji ber hilbijartina cilekî asîd avêtînin ruyê jinê. Jineolojî tam di vir de deriyekî li dijî zextan vedike û dibe bersivdayîna vê.”
ZANISTIYA JINEOLOJÎ JI BO MIROVAHIYÊ FERSENDEK
Baran destnîşan kir ku Jineolojî di nava civakê û beşek wê a mezin balkeş tê ditîn û meraqek wan li hemberî vê şiyar buye û wiha got: “Jineolojî li ser jinê bandorek xwe mezin heye. Wek me got, di nava civakê de hertim tune hatiye hesibandin, hatiye tebisandin, ji cewherê xwe hatiye derxistin û hatiye berovajî kirin. Bi sedsalan ev polîtîka hatiye meşandin, heta belkî hindek jin ketine ew bawerî ku jin bêbandore, jin nikare biser bixine. Ji ber vê jî ketina Jineolojî nava civakê fersendek mezin e ji bo guhertina vê. Dibe ku car carna em di nava vê zanistiyê bi nakokiyan re rû bi rû bimînin, lê di esasê xwe de ev şansek mezine ji bo civakê, taybet ji bo civaka Ereb.
Civaka Ereb hin bêtir girtiye û zext hin bêtirin. Çêbûyînên feodal li gorî civakê din hin bêtirin û hin li pêşin. Lê jinên Ereb ku rastiya vê zanistiyê dibînin, dixwazin hertim hin bêtir di nav de cih bigrin. Li ser jinên Ereb bandorek baş a Jineolojî çêbuye. Dema ew lêkolîn dikin, dixwînin û bi heqîqet û rastiya jinê re rû bi rû dimînin, xwe bixwe êdî nêzî zanistiya Jineolojî dibin. Ruxme ewqas zext û girtibûnê niha endamên me Ereb hene ku dikarin der barê Jineolojî perwerde bidin.”
NC/Faraşîn Sîdar-Deniz Fırat