QENDÎL – Li gorî çavkaniyên herêmî doh saet 21:30’î balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Zêwke, Aliyereş û Kunermaryan ên Binarê Qendîlê barandin.
Ji ber bombardûmanê du sivîl birîndar bûn û zerar li bax û baxçeyên gundiyan bû.
Heman rojê saet 17:00 ji ber bombardûmana balafirên şer ên Tirk li gundê Kanî Masî yê ser bi bajarokê Çêmankê yê Amediyê ya Başûrê Kurdistanê ciwanekî 20 salî jiyana xwe ji dest dabû.