NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Têkoșer êrîşên dagirker ên dewleta tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek hevpar șermezar kirin.
Daxuyaniya herdu rêxistinên Ciwanan wiha ye: “Êrîşên dagirker ên dewleta tirk a faşîst li ser axa Başûrê Kurdistanê bi hemû hovitiya xwe berdewam dike. Rojane xelkê sivil dibin qurbaniya wan êrîşan. Doh evarî di encama êrîșên balafirên șer yên dewleta tirk a dagirker li gundê Çemankê ya herema Amediyê ciwanekî Kurd șehid bû. Em despêkê sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin. Li dijî ev zêdegavî û êrîșên tên kirin heta niha ne parlementoya hikumeta herêmê û hikumeta Iraqê helwestên wan li dijî ev êrîşan nebun. Ev dide diyarkirin ku bêdengbuna wan erêkirina ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û serweriya axa Iraqê ye. Li dijî êrîș û dagirkeriya dewleta tirk û bêdengiya hikumeta herêmê em bang li hemû ciwan û jinên cîwan dikin ku bi rihê berxwedana Şeladizê dakevin qadan û berxwedanê pêşbixin.”
Daxuyanî bi slogana “Serî Hilde Dagirkeriyê Parçe Bike” hate bi dawî kirin.