NAVENDA NUÇEYAN
“23 îlonê şandeyekî payebilid ji Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan’ê (PDK) li Hewlêr ji bo nîqaşkirina nakokî û peywendiyên di navbera wan de bi endamên Mekteba Siyasî ya Yekirtiya Niştîmaniya Kurdistan’ê (YNK) re civiyan. Li gorî agahiyên ji çavkaniyek agahdar hatîn wergirtin, civîna PDK û YNK’ê ji ber bê desthilatiya şandeya PDK’ê di mijarên hatîn nîqaş kirin de, bê encam bi dawî bû.
Li gorî heman çavkaniyê, YNK’ê di civînê de li ser mijara parêzgarê Kerkukê careke din dubare şert û daxwazên xwe ji şandeya PDK’ê re ragihandin, lê şandeye PDK di derbarê mijarê de tû bersivên zelal nedan û civîn hat bi dawî kirin.
‘Di van mijaran de desthilata me nîne’
Endamên Mekteba siyasî ya PDK’ê piştî nakokî û bûyerên heftiya borî di navbera wan û YNK’ê de qaşo ji bo çareserkirina van pirsgirêkan seredana YNK’ê kir.
Li gorî agahiyan di civînê de YNK’ê di sê mijaran de dilgiraniya xwe anîn ziman û evin; binpêkirina hevpeymana wan li ser îdareya Kerkukê, bê bandorkirina Cêgirê Serokê Hukumetê Qubat Telebanî û wezîrên li ser pişka YNK’ê di kabîneya nû ya dibin serokatiya Mesrûr Barzanî de û paşgûhxistina goftûgu û çareseriya pirsgirêkan ji aliyê PDK’ê ve.
Hat diyar kirin ku YNK’ê xwestiye şertên wan yên di mijara îdareya Kerkuk û kombûna meclisa bajêr de werin berçav girtin û hevpeymana di navbera wan de ji bo namzetê hevbeş, weke xwe were bi cih kirin.
Hat zanîn ku şandeya PDK’ê di van mijaran de bersiva ‘’di van mijara de desthilata me nîne divê ev mijar bi serwerên partiyê re werin nîqaş kirin’’ dane aliyê YNK’ê.
Gelo di PDK’ê de biryara dawî kes yan encûmena rêveberiyê dide?
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera PDK û YNK’ê de şandeyek payebilind ji endamên Mekteba Siyasî ya PDK ku ji Sekreterê giştî yê Mekteba Siyasî ya PDK’ê Fazil Mîranî, Endamê Mekteba Siyasî ya PDK û wezîrê berê yê wezareta darayî ya İraqê Huşyar zêbarî, Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Encûmena Rêveberiya Parêzgeha Hewlêr a PDK’ê Kakemîn Necar û Endamê Mekteba Siyasî PDK’ê Cehfer Emînkî pêk dihat, li Hewlêr bi rayedarên YNK’ê re civiyan.
Li gorî agahiyan li rexmê berpirsên payebilind yên PDK’ê civîn ji ber sedema nebûna ‘’desthilata endamên Mekteba Siyasî’’ civîn bê encam hat bi dawî kirin. Ev helwesta PDK’ê pirsa gelo di PDK’ê de biryara dawî kes yan encûmena rêveberiyê dide? tê hişê mirov.
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê