NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Çekdar ên Xizan û Bindestan (MLKP-FESK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, rejîma şefê faşîst, di dijminatiya li kedkar, bindestan de ji faşîstên beriya xwe jî derbas bû.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku FESK’ê di 25’ê Îlona 2019’an saet 07:20’î de li navçeya Yuregîr a Edeneyê li dijî polîsên rejîma qesrê ya faşîst êrîşeke bombeyî pêk anî.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku rejîma şefê faşîst li Edeneyê bi rêk û pêk terorê li bindestan û xizanan dike, lewma çalakiya wan a li Edeneyê ew xistine nava panîkê.
Her wiha hate destnîşankirin ku çalakiya wan bersiva çîna karkeran û bindestan a li dijî faşîzmê ye û di şexsê Baran Serhat, Diyar Xerîb, Taylan Kûtlar û Hidir Çalli de hewldanek ji bo hesabpirsîna hevrêyên wan ên şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di têkoşîna dijî faşîzm û mêtingeriyê de gerîlayên bajêr wê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî her pêk bînin.”