MÊRDÎN – Rûniştina doza 17 jê zarok 70 kesên ku dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê di 26’ê Gulana 2016’an de hatibûn destgîkirin û paşê hatibûn girtin û dosyayê wan ji hev hatine cihêkirin, didomin. Piştî cihêkirina dosyayan îro jî rûniştina doza 5 kesan pêk hat. Rûniştina dozê li 4’êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat, bi şandeyên demkî berdewam kir. Ji ber krîza ku duh di dema parastinê de cendirmeyan mudaxaleyî girtiyan kiribû, derketibû, îro hejmara girtiyên anîn runiştina dozê, hat kêmkirin.
Destpêkê rûniştina doza Sevda Delî ku di dosyayê de weke “îtîrafkar” hatiye diyarkirin, pêk hat. Di rûniştinê de şandeya dadgehê ji bo Delî biryara berdewamkirina girtinê da û rûniştina dozê taloqî dîrokeke pêş kir.
Piştî Delî, Solîstê Koma Sê Bra ya Muzîkê Erkan Benlî di runiştina dozê hat amadekirin. Rûniştina doza Benlî ku parêzerên wî jî lê amade bûn, bi xwendina nivîstekên ku hatibûn, dest pê kir. Paşê parêzerê Benlî, Bergan Acûn dest bi parastinê kir û diyar kir ku muwelîlê wî jî di nav de îfadeyên hemû girtiyan di bin êşkenceyê de hatiye girtin û wiha got: “Me daxwaz kiriye ku encama lêpirsîna serlêdana me ya ji bo êşkenceyê ji dadgehê re bê şandin. Me daxwaz kiriye ku wêneyên muwekîlê me yê berî û piştî êşkenceyê jî ji dadgehê re bên şandin. Me mutalaaya dozger jî qebûl nekiriye. Divê ku dosya careke din bên yekkirin û em daxwaza berdana muwekîlê xwe dikin.”
‘DEWLETÊ BAJAR RÛXAND’
Piştî parêzerê xwe Benlî axivî û diyar kir ku tevlî parastina parêzerê xwe dibe û wiha got: “Ji bo guhdarkirina biryarê hatim. Dosyayên min bi rêbaza kopî bike û pêve bike hatine amadekirin. Sekn û mutalaa dozger pergala cemaweriyê xera dike. Tê xwestin ku sûcên dewletê kirine li me bên barkirin. Li Nisêbînê çekên giran di destê me de tunebûn. Çekên kîmyewî û giran di destê polis û leşkeran de bûn. Wan bajar rûxand. Dewletê rûxand. Çekên giran dewletê bi kar anî. Dewletê binasaziya Nisêbînê xera kir. Beriya ku qedexe bê ragihandin van hemû tiştan kirin. Dewletê polis û leşkerên xwe yên ku niha mirine, şand mirinê. Em ji kuştina 76 polis û leşkeran berpirsyar tên dîtin. Em ne berpirsyarê vê yekê ne. Dewlet bixwe berpirsyar e. Lewre dewlet li Nisêbînê ket nav. Piştî pirsgirêkên derûnî endamên dewletên bi hev ketin. Li wir şerek derket. Gotina ‘bûyera xendekan’ a ji vê yekê re biçûkxistina tiştên ku hatin jiyîne.”
‘EM Ê XWE BI RÊ VE BIBIN’
Di berdewamê de Benlî destnîşan kir ku li Nisêbînê têkoşîna azadiya gelekî daye û wiha pêde çû: “Di demên pêş de wê teqez têkoşîna gelê Kurd a azadiyê bi serkeve. Me vê yekê berê jî gelek car nirxandibûn. PKK ne rêxistineke dabeşker a terorîst e. Hûn ê hemû bibînin ku Rêber Apo li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê dide. Em ê jî xwe bi rê ve bibin. Ez ê wek hunermendekî vî gelî li cem vê têkoşînê cih bigirim.”
Dadgehê, piştî parastinan daxwazan red kir, biryara berdewamkirina girtina Benlî da û runiştina dozê taloqî 16’ê Cotmehê kir.
Piştî Benlî jî rûniştna doza girtî Omer Karakaş pêk hat. Di daneşîna ku Karakaş û parêzerê xwe amade bûn de destpêkê nivîstek hatin xwendin. Karataş diyar kir ku tiştekî ku têkildarî nivîsteken bibêje tuneye. Piştî vê yekê parêzerê Karataş parastinê kir û daxwaza dema zêde kir. Parastina diyar kir ku divê dosya ji bo muwekîlê wî careke din bê nirxandin û wiha got: “Angaştên bê bingeh di dosyayê de hene. Divê ku di dosyayê de arizîkirin bê kirin. Dosya hatiye cihêkirin, ji ber vê yekê divê bê diyarkirin ku kî ji çi angaştê tê darizandin. Heke arizîkirin neyê kirin wê derketina ji nav dosyayê gelek zehmet be. Paşê jî Karataş bixwe mafê axaftinê girt û diyar kir ku dosyaya wî siyasî ye û helwesta dozger a li hemberî xwe qebûl nake.
Dadgehê runiştina dozê taloqî 3’ê Cotmehê kir.
BERTEKE SEGBÎS’Ê
Piştî Karataş jî daneşîna Dîlber Tanrikûlû hat dîtin. Ji ber ku hat xwestin bi rêya SEGBÎS’ê tevlî runiştina dozê bibe, Tanrikûlû tevlî runiştina dozê nebû. Dozger di mutalaaya xwe ya têkildarî Tanrikûlû de xwest ku Tanrikûlû cuda cuda 76 carana bi muebeta giran bê cezakirin û cuda cuda bi sedan sal ceza li bê birîn. Parêzerê Tanrikûlû diyar kir ku ne diyar e muwekîla wî tevlî kîjan çalakiyê bûye û neçare ku tespîta vê yekê kirin. Parêzer daxwaza dema zêde kir. Dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û runiştina dozê taloqî 21’ê Mijdarê kir.
Paşê jî rûniştina girtî Mazlûm Yaşa pêk hat. Yaşa bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû û ev tişt got: “Ez ji bo ku bibêjim bi rêya SEGBÎS’ê tevlî runiştina dozê nabim, hatim. Ez dixwazim ku parastina xwe li eywana dadgehê bikim.” Piştî van gotinên xwe Yaşa ji odeya SEGBÎS’ê veqetiya û li ser vê yekê şandeya dadgehê runiştina dozê taloqî 31’ê Cotmehê kir.