“CHP di 28’ê Îlonê de li Stenbolê konferansa meşrûkirina BAAS’ê pêk anî.
Serokê eniya muxalîf a Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu bi xwebaweriya serkeftina hilbijartinên xwecihî hewl dide weke aktoreke sereke hinek pêngavan bide destpêkirin. Di çarçoveya wan pêngavan de biryar daye ku piştî bêhelwest mayina xwe ya heşt salan dest bavêje pirsgirêka Sûriyê.
Piştî tecrîdeke dûvdirêj di 07.08.2019’an de parêzeran bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinek pêk anîbûn. Di 08.08.2019’an de parêzerên Rêberê Gelê Kurd Peyama wî bi raya giştî re parve kirin û di peyamê de dihat gotin ku birêz Ocalan gotiye, “ez dixwazim ji civaka kurd re qada jiyanê vebikim”
Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu jî di heman rojê de diyar kiri ku dê mudaxilê pirsgirêk Sûriyê bibin û ji bo çarserkirina pirsgirêka Sûriyê konferanseke navneteweyî lidarbixin. Li ser pirsa rojnamegeran Kılıçdaroglu diyar dikir ku dê nûnêrên hemû derûdoran vexwînin lê dê nûnêrên kurdan venexwînin wê konferansê. Kiliçdaroglu wekî ku bersiv bide Rêbêrê Gelê Kurd bi wî helwesta xwe ya tunehesibandin û muxatab negirtina civaka kurd gotibû ji kurdan re qada jiyanê tune ye.
Konferansa Kılıçdaroglu di wê serdemê de anî bû rojevê dê sibê na dusibê yanî di 28’ê îlonê de li bajarê Stenbolê pêk were. Li gorî agahiyên ku ji CHP’ê tên dayîn, desthilatdariya BAAS jî di navde nûnêrên hemû beş û cureyên eniyên muxalîf û derûdorên eleqedar hatine vexwendin, lê nûnêrên Kurdan yek jî nehatiye vexwendin.
CHP, rejîma dîktator BAAS’ê vedixwîne, El-Qaîde û hemû dûvikên wê yên dest bi xwîn vedixwîne, DAÎŞ’yên dest bixwîn ên ku rûyê xwe jê kirine û cilê xwe guherîne vedixwîne, Ozbek, Çeçen û her wiha yên ji Asya navîn û Qafkasyayê hatine bûne maşikê destê hikûmeta AKP’ê û Sûriyê kirine gola xwînê vedixwîne, komale û saziyên penaberan vedixwîne, lê yên ku li dijî çeteyên DAÎŞ’a hov bi lêhengî şer kirine û ji sêyan yek axa Sûriyê bi xwîna xwe avdane û ji wan çeteyan rizgarkirine û bi hezaran salane xwediyên wê axê ne û parçeyeke ji civakên Sûriyê ne û ji bo paraztina rûmeta civaka xwe û rûmeta mirovahiyê bi deh hezaran şehîd dane û Cîhan ji wan barbarên hov rizgar kirine venexwendine.
Bi kurtahî hemû çeteyên qatil û dîktatorên xwîn mij vexwendî ne lê parazvanên azadiyê, wekheviyê û rûmeta mirovahiyê nevexwendî ne. Û wekî henekê xwe bi raya giştî ya cîhanê bike navê konferansê jî daniye “Konferansa çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê”. Karesatên Kiliçdaroglu û CHP’ê bi vana tenê jî bi dawî nabin.
Rojnameger jê dipirsin; wê konferansê de pirsgirêka Bakur û Rojhilata Sûriyê jî çareser bibe? Kiliçdaroglu dibêje “dema ku raste rast bi Esad re hevdîtinan dest pê kir wê pirsgirêka Bakur û Rojhilata Sûriyê jî bi hêsanî çareser bibe” Pirsgirêka kurdan ne bi kurdan re dixwaze bi Esad re çareser bike.
Rojnameger jê dipirsin; Hikumeta AKP’ê ji bo avakirina herêmeke ewle hewl dide beşek erdnîgariya Sûriyê ya ku di bin serweriya PYD’ê de ye dagir bike û li wir bi cih bibe. Hûn vê helwestê çewa dinirxînin?
Kiliçdaroglu dibêje; “ji xwe ji bo wê min got hewceye bi Esad re hevdîtin dest pê bikin. Heke hûn bikevin axa dewleteke din hewceye hûn ji rayedarên wê dewletê destûr bixwazin, emê ji Esad re bibêjin em jî hûn jî yekparetiya Sûriyê dixwazin, werin em bihevre çareser bikin, em ji civakên Sûriyê re rêzdar in” Nabêje hewceye em dest ji helwestên dagirkeriyê berdin û çi karê me li Rojava heye.
Wekî ku di mînakên jorde jî xwiya dike, hişmendiya Kiliçdaroglu hişmendiya CHP’ê ya qirker û tuneker a sed saliye. Di wê hişmendiyê de kurdan re maf û qada jiyanê tune ye. Hişmendiya ku sed sale Kurdên Bakur tune dihesibîne û ji bo tunekirina wan bi dehan komkujî pêk anîbin nepêkane hebûna kurdên Rojava qebûl bike, rêzê nîşan bide û wan muxatab bigre. Lewre dixwaze pirsgirêka kurdan bi Esad re çareser bike. CHP’ê careke din diyar kir ku rêbazên çareseriya wê û yên BAAS’ê ji hevûdu ne cuda ne.
Rêbaza çareseriya wan a sed salan li ber çavane. Her dû jî di qirkerî, wêrankarî û talangeriyê de pispor in. Lewre Kiliçdaroglu dibêje heke mijar kurd bin hewceye em û Esad mil bidin hevûdu. Di hişmendiya her du yan de ji hemû kesan re mafê jiyanê hebe jî û ji hemû civakan re rêz hebe jî ji civaka kurd re rêz û mafê jiyanê tune ye. Hemû çeteyên Asyayî, Qafqasî yên ku tu eleqeya wan bi Sûriyê tuneye muxatab digrin lê ji civakên herî qedîman yek a vê erdnîgariyê kurdan muxatab nagrin.
Her çiqasî navê konferasa CHP’ê çareserî be jî hemû kes dizanin konferansa ku temsîliyeta vîna civaka kurd û vîna ji sê yan yekê erdnîgariya Sûriyê tê de tune be ew konferans nabe konferansa çareseriyê. Ew konferans dibe konferansa meşrûkirina dîktatoriya Esad. Û wê bi qasê serê derziyê cidîyeta wê konferansê tune be.
Konferansa CHP’ê realîteyeke din jî nîşanê me dide. Yên ku ne xwediyê hişmendiya azad û demokratîkbin nikarin ji azadî û demokrasiyê re xizmetê bikin. Nikarin çareseriyên azad û demokratîk biafirinînin. Dîktator dîktatoran muhatab digrin, dest bi xwîn dest bixwînan muhatab digrin. Faşîst faşîstan muxatab digirin.
Hinek derûdoran di nava xefleteke mezin de bawerî bi guherîna hişmendiya CHP’ê ya sed salî anîbûn. Digotin qey bi çûna Deniz Baykal re hişmendiya wî jî çûye. Lê helwesta Kiliçdaroğlu wekî aveke çemidî ew derûdor bi ser hişê xwe ve anî. Kiliçdaroglu bi awayeke zelal diyar kir ku hişmendî heman hişmendiye û çûna Deniz Baykal nayê wateya çûna hişmendiya wî ya nîjadperest.
Ji ber vê hişmendiya CHP’ê ya kambax civaka kurd 17 sal berê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd neçar ma ku bi kesekî wekî Erdogan bawerî bîne û piştgiriya wî bike. Xwiya dike ku ji 17 salan vir ve tiştek neguheriye. CHP heman CHP ye.
Kurt û kurmancî, heta CHP ev CHP be wê halê Tirkiyê jî ev hal be. Û wê ji bo kesên wekî Erdogan rê ya dîktatoriye her tim vekirî be.”
ÇAVKANÎ: Rojnameya Ronahî – Mihemed ŞAHÎN