AMED – Endamê HPG’ê Muhammet Emîn Demîr (Denîz Agirbaz) ku ji navçeya Bismil a Amedê ye, di 2014’an de tevlî PKK’ê bû û di 11’ê Tebaxa 2019’an de li Gevera Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest da. Piştî malbat di 18’ê Tebaxê de agahî girtin ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye, di 21’ê Tebaxê de çû Gever û Colemêrgê û li morga nexweşxaneyê cenaze teşhîs kirin. Li ser vê malbatê di 21’ê Tebaxê de serî li Dozgeriya Komarê ya Colemêrgê da û ji bo testa DNA’yê jî xwîn dabûn. Malbatê piştî 49 rojan di 28’ê Îlonê de dîsa serî li dozgerî dan û cenaze ji morga Nexweşxaneya Colemêrgê girtin û anîn Bismila Amedê. Malbatê diyar kirin ja di rê da bi hinceta kontrola GBT’ê rastî tacîza esker û polîsan hatine. Malbatê şevê din nîvê şevê de bi tevlîbûnek girseyî cenaze li Goristana Taxa Akpinar spartin axê. Dema beşdarbûna gel polîsan goristan dorpêçkir û kesên beşdarî merasimê bûn di GBT’ê re derbas kirin.
DESTÛR NEDAN MALBAT KONÊ ŞÎNÊ VEDIN
Malbatê piştî şevê din cenaze defin kirin, xwestin li taxê konê şînê vedin. Lê ji ber polîsan destûr nedan malbat konê şînê vedin, li mala xwe şîn danîn. Şîn wê li mala bavê Muhammet Emîn Demîr 3 rojan bidome.