AMED – Cenazeyên 4 HPG’yiyên ku di erîşa hewayî ya 3’yê Hezîranê de li çoltera Licê şehîd bûbûn ev 4 meh in nadin malbatan. Cenazeyên duh ji Stenbolê anîn morga Nexweşxaneya Gazi Yaşargîl a Amedê 24 saetin tên rawestandin.
Li çoltera Taxa Bayirli ya navçeya Lîcê ya Amedê, di 2’yê Hezîranê de operasyona eskerî hatibû lidarxistin. Di 3’yê Hezîranê de balafirên şer herêm bombe kiribû. Cenazeyên 4 HPG’iyên di êrişa hewayî şehîd bûbûn ev 4 meh in nadin malbatan. Cenazeyên Îbrahîm Çelîk (Mahîr Andok), Abdullah Tûrhan (Reber Amed), Omer Demîr (Serhildan Mazî) û Yûsûf Kayran (Zinar Akro) ên HPG’yî 44 rojan li herêma operasyon hatibûn rawestandin. Malbat û gel piştî 44 rojan çûn herêmê û cenaze ji herêma operasyonê wergirtibûn. Piştî 44 rojan cenaze ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Piştî malbatan ji bo testa DNA’ê xwîn dan vê carê cenaze şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Dozger di 27’ê Îlonê de li malbatan geriyan û diyar kirin ku testa DNA’yê ya malbatan diyar bûye. Piştî testa DNA diyar bû, 27’ê îlonê de cenaze bi kargoya balafirê şandin Amedê. Cenaze di 28’ê Îlonê de gihişt Amedê. Li vir li şûna cenazeyan bidin malbatan raste rast cenaze şandin Morga Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê. Malbat ji bo cenaze bigirin çûn serî li dozgeriya Komarê ya Amedê dan û dozgeriyê jî vê carê ew şandin Fermandariya Cendirmeyan a Peyasê. Malbatên ku çûn fermandariya cendirmeyan ewil gotin ‘emê cenazeyan piştî nîvro bidin. Dema malbat li ser vê yeke diçin pêş nexweşxaneyê û heta êvarî li ber nexweşxaneyê radiwestin, vê carê rayedarên eskeriyê ji malbatan re gotin “Emê di nava hefteyê de cenazeyên we bidin we.”
CAR MEH IN CENAZE NADIN
Dayika Yûsûf Kayran (Zinar Akro), Melîha Kayran, der barê pêvajoya her çar cenazeyên ku 4 meh in nadin wan de axivî û wiha got: “Em 8’ê Hezîranê pê hesiyan ku lawê min şehîd bûye. 10’ê Hezîranê em çûn me serî li Cendermeya Amedê da ji me testa DNA’yê xwestin. Em çûn Nexweşxaneya Fakulteyê Zanîngeha Dîcle ya Amedê ji bo testa DNA’yê me xwîn da. 23 roj derbasbûn encam derneket. Ji bo testa DNA’yê me dîsa serî lê da.”
HETA 25 ROJAN NIZANÎBÛN CENAZE LI KU YE
Kayran, destnîşan kir ku piştî 25 roj derbas bûn pê hesiyan ku cenaze li çiya ne û wiha berdewam kir: “Me agahî da cendermeyan. Wan jî got , ‘em nikarin biçin qadê.’ Herî kêm me 3 caran serî li cendermeyan da ku biçin qadê. Lê ne ew çûn û ne jî hiştin em biçin. Bi ser vê yekê de gef li me xwarin. Gotin ‘heke hûn biçin em ê we ji xala 302’yê darizînin. Pişt re em çûn me serî li Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) û Baro yên Amedê dan. Di 16’ê Tîrmehê de em malbat û gel çûn cihê bûyerê û me cenaze girtin û li gund teslîmî dozgeriyê kirin. Parlementerên HDP’ê jî li wir bûn.”
DAYIK 4 CARAN JI BO TESTA DNA JI ÎZMÎRÊ HAT AMEDÊ
Kayran, diyar kir ku herî kêm 10 caran ji bo ku testa DNA’yê serlêdan kiriye û wiha got: “27 roj berê min cara 2’yemîn ji bo testa DNA’yê xwîn da. Ji Îzmîrê 4 caran hatim Amedê. Carekê 53 rojan li vir mam. Duh telefonî min kirin û gotin ‘encama DNA’yan derketiye ev cenaze yên we ne. Du cenaze perçe bûne du cenaze jî saxlem in. Bi kargoyê ji Stenbolê şandin Amedê. Dibêjin ‘em ê di nava hefteyê de bidin we.”
Li gel ku testa DNA ya çar cenazeyên diyar bûne û anîne Amedê jî cenaze vê carê 24 saetin li morga Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê didin rawestandin û nadin malbatan.