BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê gerîlayên li Avaşîn û Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“Di 26’ê Îlonê de ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker a li dijî herêma Avaşînê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Koçer, Xebat û Zinarîn şehîd bûn. Hevalên me yên şehîd bûn:
![]() |
Nasnav: Koçer Colemêrg
Nav paşnav: Ferhat Ertûş Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Gulîstan-Mesût Dem û cihê şehadetê: 26’ê Îlona 2019’an / Avaşîn |
![]() |
Nasnav: Xebat Colemerg Nav paşnav: Devlet Dayan Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Sekna-Hasan Dem û cihê şehadetê: 26’ê Îlona 2019’an / Avaşîn |
![]() |
Nasnav: Zinarîn Avzem
Nav paşnav: Îpek Nîşo Cihê jidayikbûnê: Wan |
Di 25’ê Îlonê de ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker a li dijî herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Andok û Têkoşer şehîd bûn. Hevrêyên me yên şehîd bûn:
![]() |
Nasnav: Andok Amed Nav paşnav: Mûhammed Çîçek Cihê jidaykibûnê: Amed Dayik-Bav: Saygul-Metîn Dem û cihê şehadetê: 25’ê Îlona 2019’an / Heftanîn |
![]() |
Nasnav: Têkoşer Tolhildan Nav paşnav: Mehmet Şerîf Taşdemîr Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Naciye – Mehmet Eşref Dem û cihê şehadetê: 25’ê Îlona 2019’an / Heftanîn |
Li dijî şerê tinekirinê û qirkirinê ku dewleta TC a faşîst a dagirker dixwaze li Kurdistanê bimeşîne, hevrêyên me Koçer, Xebate, Zinarîn, Andok û Têkoşer di demên cuda de tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bûn û ji bo azadiya gelê Kurd dest bi têkoşîneke çalak kirin. Ji roja ku tevlî refên têkoşînê bûn û pê ve bi kedeke mezin tevgeriyan û li her qada lê bûn mîsyona xwe ya pêşengiyê bi rengekî serketî pêk anîn. Di demekê de ku êrîşên dijmin giran bûn, li refên herî pêş têkoşiyan. Bi tevlîbûna xwe ya li nava jiyanê bûn mînak ji hevrêyên xwe re. Ji bo azadiya gelê Kurdistanê hemû wezîfeyên xwe û berpirsyariyên xwe bi rengekî herî serketî pêk anîn. Hevlaên me di rastiya Rêbertî û xeta şehîdan a PKK’ê de bûn mînakên lehengiyê. Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd bûn bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û sozê didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe biginînin serketinê.”