BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên wan li Şemzînana Colemêrgê li dijî wesayîteke leşkerî çalakiyeke sabotajê li dar xistiye.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 27’ê Îlonê de di destê êvarî de li dijî wesayîta leşkerî ya Reo a di navbera qereqolên Mûseka û Mêrgê ya Şemzînanê de bi rê ve diçû, çalakiyeke sabotajê li dar xistiye.
Di vê çalakiyê de hemû leşkerên di nav wesayîtê de hatine kuştin û wesayît îmha bûye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker li derdora qadê operasyonek daye destpêkirin û di 28’ê Îlonê de jî operasyon bêyî ku bigihêje encamê bi paş ve hatiye kişandin. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegerîyane baregehên xwe.
Di 23’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker li Payîzavaya li gundên Paçan û qada Mengeneyê operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyon bêyî ku bigihêje encamê di 27’ê Îlonê de bi paş ve hatiye kişandin.”