MÊRDÎN – Di saetên sibê de li taxa Îstasyon a girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê polîsên tîmên taybet avêtin ser malan, Firat Şimdî yê di mal de hate îdîakirin ji bo nekeve destê polîsên dagirker dawî li jiyana xwe aniye.
Cenazeyê Şimdî ê piştî karûbarên li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bidawî bû û şûnde ji aliyê xizmên malbatê ve hate girtin. Cenazeyê Şidmî li goristana Taxa Îstasyonê ya taxê hate veşartin.
Rê nehate dayîn ji derveyî ferdên malbatê kes tevlî merasîma veşartinê bibin. Konê sersaxiyê li mala Şimdî hatiye danîn.
Qeyûmê ji bo şaredariya Mêrdînê hatibû tayînkirin ji bo cenaze wesayîta cenaze nedan malbatê.