NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîmê Kefersecna û Rekayê yên bejahiya başûrê Idlibê, eniyên Kebanê, Tifahiyê ya bakurê bejahiya Laziqiyê, Sermaniya, eniyên din ên li Sehil Xeb ên li bakurê rojavayê Hemayê bi hewanan kirin armanc.
Her wiha navendê bi bîr xist ku du bi şev dema balafirên keşfê yên Rûsyayê li herêmên başûr û rojavayê parêzgeha Idlibê digeriyan, hêzên rejîmê jî bi firokeyan eniyên Kebanê yên li bakurê Laziqyê kirin armanc.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku ji 30`ê Nîsana derbasbûyî ve, di encama topbarana di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de 4 hezar û 164 kes bûne qurbanî.
Duh di saetên derengiya şevê de komên çeteyên DAIŞ`ê bi hewanan êrîşî bajarokê Resîf ê di bin serweriya hêzên rejmê de û li bejahiya bakur û rojavayê Sehil Xab dike, di heman demê de nuqteya çavdêriya Tirkiyê ya bi navê Şêr Mixar lê heye. Agahiyên der barê windahiyan de tune ne.
Her wiha rojnameya El-Weten a girêdayî rejîma Sûriyê ji çavkaniyên komên çeteyên Tirkiyê yên li Idlibê ragihand ku berî du rojan li Bab El-Hewa îstixbaratên Tirkiyê û serçete di nav wan de serçeteyê Heyet Tehrîr El-Şam, civîneke berfireh li dar xist. Rojnameyê diyar kir ku civînê bal kişandin ser vekirina rêya Hemayê.