NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker ên Tirk daxuyaniyek nivîskî da.
HPG’ê ev agahî da:
“Artêşa TC’ê a dagirker 20’ê Îlonê li devera Çemçê ya navçeya Qaxizman a Qersê dest bi operasyonekê kiribûn. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de 24’ê Îlonê saet 10:00’ê li devera Penavosê li dijî yekîneyeke di nava tevgerê de bû çalakiyeke ya sabotajê kiriye. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.
25’Ê Îlonê saet 11:10’ê jî hêzên me li dijî yekîneyeke ya operasyonê cara duyemîn çalakiyeke sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.
Operasyon bi yekîneyên veşartî didomin.
LI GABARÊ DU GERÎLA ŞEHÎD BÛN
28’ê Îlonê saet derdorî 00:30’î di encama êrîşa hewayî ya artêşa TC’ê ya li herêma Gabar a Şirnexê de 2 hevrêyên me şehîd bûne. Em ê piştre nasnameya hevrêyên xwe yên şehîd bûne bi raya giştî re parve bikin.
OPERASYONA LI ELKÊ BÊ ENCAM VEKIŞIYA
23’yê Îlonê li devera gundê Sulavê ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê operasyonek hatibû destpêkirin. Artêşa TC’ê ya li herêmê lêgerîn dikirin 27’ê Îlonê bê ku encamek bi dest bixin vekişiyane.
BALAFIRAN LI ÇEMÇO Û KARKERAN BOMBE KIR
30’ê Îlonê balafirên şer saet derdorî 12:00’ê deverên Çemço û Karkeran ên Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatine.”