AMED – Nobetên Demokrasiyê ku li dijî tayînkirina qeyûmên dagirker a ser şaredariyên HDP’ê hatiye destpêkirin, di roja 44’emîn de berdewam kirin. Serokê Komeleya Şêx Saîd Mehmet Kasim Firat ku di Nobeta Demokrasiyê de axivî û diyar kir ku bi sedan sala ye kurd bi berxwedanê li ser piyan e û wiha got: “Heke em bibin yek dê teqez bi serkevin.”
Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, parlamenterên HDP’ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêxistinên civanan û bi sedan kes tevlî nobeta ku li Amedê li Kolana Lîseyê tê girtin, bûn.
‘EM LI DIJÎ TUNDIYÊ BÊN GEL HEV’
Di nobetê de Serokê Komeleya Şêx Saîd Mehmet Kasim Firat axivî û diyar kir ku bi sedan sala ye kurd bi berxwedanê li ser piyan e û wiha got: “Êdî bes e, bila kurd bibin yek. Kurd li her derê di bin tundiyê de ne. Em li dijî vê tundiyên bên gel hev û li ber xwe bidin. Heke em bibin yek dê teqez bi serkevin.”
BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Serokê Komeleya 78’an Ganî Alkan jî diyar kir ku bi desteserkirina vîna gel, qeyûman li dijî demokrasiyê darbe pêk aniye û ji bo şandina qeyûman banga mezinkirina têkoşînê kir.
‘BERXWEDANÊ EZ ANÎM VIR’
Şaredarê Berê yê Amedê Mehdî Zana jî diyar kir ku berxwedana 44 rojan ew aniye qadê û ev tişt got: “Destkeftiyên kurdan ji bo me esas in. Em tev bi hev re li diJî êrîşên li hemberî deskeftiyên kurdan rawest in.”
Piştî daxuyaniya nobet bi girtina 5 deqe çalakiya rûniştinê bi dawî bû.