AMED – Darbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de bi hinceta axaftineke di Nobeta Demokrasiyê de kir, fezleke hat amadekirin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 11’ê Îlonê de beşdarî Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm dest pê kir bibû û ji ber axaftina di nobetê de kir de, lêpirsîn darbarê wê de hatibû destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî lêpirsînê derbarê Guven de fezleke amade kir û ji bo TBMM’ê şand.
LEYLA GUVEN ÇI GOTIBÛ?
Guven, di 11’ê Îlonê de, ev axaftin kiribû: “Yên ku xwestin li ser zilma li dijî gelê Kurd li ser piyan bimînin bin ketin. Gelê me bi ked û hewldanek mezin qeyûm şandin. Mijar ne mijara çend şaredariyan e. Ya girîng têkçûyîna AKP Û MHP’ê ye. Bi rojane hewl didin qeyûman vebêjin. Qeyûm di destê wan de ma. Ji navê dernakevin. AKP û MHP di rewşek zor dene. Ji ber vê li ber avahiya HDP’ê dest bi provokasyonekê kirine. Lê ev lîstika wan jî wê bi ser nekeve.
Sedema şer ne HDP ye. HDP’ê şer dernexistiye. Hişmendiya ku şer derxistiye, ew hişmendiya ku naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bike ye. Heya ku pirsgirêka Kurd dewam bike, wê gerîla jî tevlî bibin, wê şer jî derkeve û wê şer jî derkevin.”