“Salek berî ku bihara Gelan destpêkir û li ser hev desthilatdariya dîktatorên hatin ruxandin, tu kes wê bi bigotina; “Wê bihara gelan dest pê bike û ev desthilatdarî wê têk herin” bawerî neaniya.
Ev yek bû sedem, ku di sala 2011’an de li Sûrî ev şer dest pê bike û herkesî bawerî anî ku wê di demek kurt de rejima Beşar Esad bi dawîbe. Dîsa kesî bawerî neanî ku wê ev şer 8 sal li pey xwe bihêle.
Kesî bawerî neanî ku wê di 17’ê Îlona 2019’an de li Enqerê civînek ji aliyê Rûsya, Îran û Tirkiyê ve were lidar xistin û serkeftina Beşar Esad were diyarkirin.
Dema Bihara Gelan li Sûrî dest pê kir, Tirkiyê digot; Deriyek nû li me vebû. Tayîp Erdogan, wek heviyek di nav welatên Ereban de hat dîtin. Erdogan bawerî dianî ku wê rêxistina Birayê Misilman li van welatan bibe desthilatdar. Difikirî ku dor hatiye Sûrîyeyê.
Tirkiyê wisa hesap dikir ku bi têkiliyên xwe yên bi DAÎŞ û El-Nusra re, li wan welatan ku ber bi şerê navxweyî ve diçûn, bibe xwedî însiyatif. Ji bo vê yekê jî dixwest aliyên ‘Bihara Gelan’ ya demokratîk û azadîxwaz manîpule bike. Di destpêkê de piştgirî da wan serhildanên li Misir, Tunis, Fas, Lîbya, Iraq û Sûrî yê. Cîhanê van rêxistinên li van welatan wek terorîst didît, lê Tirkiyê jî ew wek “zarokên bihêrs” binav dikir.
Dema li Sûrî şer dest pê kir, Erdogan ‘çivek’ da xwe û ew birayê xwe Beşar Esad wek dijmin ragihand. Ew rojên geş û xweş, ku bi hevre derbas kiribûn da aliyek. Bi du xeyalên xwe yê Neo-Osmanî ket. Digot, “Em ê herin li Şamê nimêj bikin û wek mirovên azad dûa bikin”. Ji bo vê yekê jî çi ji dest dihat pêk dianî û alîkarî dida rêxistinên cîhadîst. Xwe wek rêberê wan didît. Lê sal derbas bûn ev yek jî nebû. Lê tiştek bû; rêxistina Birayê Misilman-Îxvan, roj bi roj li her deverê dihat tasfîye kirin.
Erdogan, di destpêka şerê Sûrî ya sala 2011’an de, li Erzeromê diaxaftineke xwe de bang li muteahîdên Tirkiyê dikir û digot; “Amadebin! Sûriye tê wêrankirin û hûnê wêderê ji nû ve ava bikin.” Herkesî bi van axaftinan bawerî anî. Herçiqas bi derengî ket jî Erdogan ji bo li vê axê şer dewam bike û wêranî zêdetir bibe, çi ji dest hat pêkanî. Û di encamê de, ev welat wêran bû. Gelek caran li pêşiya çareseriya pirsgirêkên vî welatî bû asteng. Û wisa bû, îroj muteahîdên Tirkiyê amadekariya sefera welatê Sûrî dikin. Îhaleya avahiyên ku wê bi sermayeya dewletên mitefîk were çêkirin, dane dewleta Tirkiyê. Saziya TOKÎ niha ve dest bi barkirina alavên înşaatê kiriye. Malbatên çeteyan jî ji niha ve ker û hespê xwe barkirine ber bi Grêsipî û Serêkaniyê ve birêketine.
Heger çend sal berê bigotina; Erdogan û Rejima Şamê careke din wê werin cem hev, wê kesî bawer nekira. Hatin cemhev bi awayek fermî desteyên wan çûn û hatin. Di warê dîplomasiyê de di van dema de gelek pişketkin çêbûn. Lê di civîn û di fermiyetê de Rûsya li ser navê rejima Sûrî bi Tirkiyê re hevdîtin pêk dianî. Disa ji bo tunekirina sîstema Bakûr-Rojhilatê Sûrî serokê MÎTê Hakan Fîdan û serokê Îstixbarata Sûrî Alî Memlûk li Moskovayê li masayek rûniştin. Ev civîn ne fermî, veşartî bû.
Lê evcar wê wisa hêsan nebe. Wê qedera Efrînê neyê serê vê heremê. Amerîka çi biryar dide, çi helwest nîşan dide nayê zanîn. Lê tiştek ku tê zanîn heye; li herema Bakûr-Rojhilatê Sûrî amadekariya berxwedanek mezin heye. Ne tenê di warê eskerî de, ji her alî ve amadekariyek mezin heye. Dive hin kes bi berxwedana gelên vê heremê bawerî neynin, lê dewleta Tirk ya dagirker ji vê berxwedanê re bawerî tîne. Û ji ber vê yekê jî gef dide lê ticarî cesaret nake. Bi vê bêcesaretiya Tirkiyê herkes bawerî tîne. Û êdî herkes bawerî anî ku ‘xeyalên Erdogan av û av çûn’.”
ÇAVKANÎ: Rojnameya Ronahî – Farûk SAKIK