AMED – Siyasetmedar û hiqûqnas Akîn Bîrdal, li Amedê di Nobeta Demokrasiyê de diyar kir ku tayînkirina qeyûman xespa gelan û paşeroja daraza Tirkiyeyê ye.
Nobetên Demokrasiyê ku li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê hatin dest pê kirin, ketin roja 45’an. Nobeta li Amedê li Kolana Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, malbata parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ku di sala 1993’an de li Êlihê hat qetilkirin, parlamenterên HDP’ê, endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Meclisa Jinên Ciwan a HDP’ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê û gelek welatiyên ku ji navçeya Siwêregê ya Rihayê hatibûn tevlî çalakiyê bûn.
Nobetê bi stran û dûrişmeyên ciwanan dest pê kir û paşê axaftin hatin kirin. Destpêk Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyat Ceylan axivî û diyar kir ku heta şaredariyan careke din bigirin dê têkoşîna wan bidome.
BÎRDAL: QEYÛM ENCAMA DARBEYAN E
Piştî Ceylan, Siyasetmedar û hiqûqnas Akîn Bîrdal axaftinek kir û bertel nîşanî tayînkirina qeyûman da. Bîrdal diyar kir ku heta aştî pêk neyê demokrasî û heta ku demokrasî jî pêk neyê adalet nayê welat û wiha got: “Qeyûm encama darbeyan û polîtîkayên şer e. Darbeyeke din û xespa gel, daraz ûn paşeroja Tirkiyeyê ye. Dibe ku di demeke kurt tu tişt nebe lê ew ê neçar nimînin ku dê vê xestpê bi paşde bikişînin. Tişta ku destpêkê bê kirin divê peywira hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê careke din radestî wan bê kirin.”
BERXWEDANA GELAN POLÎTÎKAYA AŞTIYÊ PÊK BÎNE
Di berdewamê de Bîrdal destnîşan kir ku dikarin qeyûman bişînin û polîtîkaya şer bi dawî bikin û ev tişt anî ziman: “Pereyê ku hûn ji şer vediqetînin, ji perwerde û demokrasiyê re veqetînin. Heke ew neveqetînin dê berxwedana gelan li Tirkiyeyê polîtîkayên aştiyê pêk bîne. 27 sal derbas bûn, têkoşîna gelê kurd gihîşt Vedat Aydin, Apê Mûsa û Mehmet Sîncar. Em ê wan ji bîr nekin. Dema ku em ji qeyûman dibêjin na divê ku em li birdariya windahiyên xwe jî xwedî derkevin. Li vê erdnîgariyê gotina ‘kurd’ qedexe bû. Ziman û çanda wan tunebû. Lê niha binêrin ziman û çanda wan heye. Em dibêjin em jî hene. Dilê her tim li Amedê bi we re lê dide. Bijî Amed, Mêrdîn û Wan. Bijîn dayik û ciwan.”
Nobet, piştî daxuyaniyan bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.