WAN – Li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Umît Dede banga xwedî derketinê li gel kir.
Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê hatiye destpêkirin, li Wanê di roja 45’an de berdewam kir. Di nobeta ku li ber Avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê hat girtin de pankarta “Rêveberiya qeyûm na, vîna gel” hat vekirin. Parlamenterên HDP’ê yên bajar Mûrat Sarisaç, Mûazez Orhan û Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Umît Dede tevlî nobetê bûn.
‘PÊWISTIYA ME BI AŞTIYÊ HEYE’
Umît Dede di nobetê de axivî û ev tişt got: “Em her roj bi rojeveke nû dest bi rojê dikin. Di bernameyên aboriyê yên tên aşkerakirin de ji bilî xizaniyê tiştek din para gel nakeve. Her roj zem tê ser pêwîstiyên bingehîn. Li gel vê rewşê jî desthilata AKP’ê hêviya xwe bi şer ve girêdaye û hewl dide temenê xwe dirêj bike. Lê em ne neçar in. HDP partiya hêviyê ye û li ser piyan e. Em di wê baweriyê de ne ku heke em bên gel hev û dengê xwe li dijî polîtîkayên şer bilind bikin, em ê pêşî li mirin û sirgunan bigirin. Li vê xakê pêwistiya me bi şerekî nû tuneye. Pêwistiya me bi aştî û bilindkirina dengê aştiyê heye.”
ÎMZE JI WEZARETA KARÊN HUNDIR RE TÊN ŞANDIN
Dede di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku li dijî tayînkirina qeyûman kampanya îmzeyan dane destpêkirin û têkildarî kampanyayê ev agahî dan: “Îmzeyên ku di çarçoveya kampanyayê de bên berhevkirin dê ji Wezareta Karên Hundir re bên şandin. Di metna kampanya îmzeyê de ev tiş nivîsandiye; Di 31’ê Adarê de çûm ser sindoqê û ji bo diyarkirina rêveberiya şaredariyê dengê xwe da. Weke pêwîstiyeke mafê min ê hilbijartinê ku di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de hatiye parastin, daxwaz dikim ku endamên meclisa şaredariyê û hevşaredarên ku hatine hilbijartin û ji peywira xwe hatine dûrxistin careke din vegerin ser peywirê xwe. Bang li gelê me dikim ku li vîna xwe xwedî derkevin.”
Piştî axaftinê nobet bi dûrişme û çepikan bi dawî bû.