AMED – Polîsên dagirker li kafeyek navçeya Sûrê rûniştin li dijî stranên kurdî bêtehamulî nîşan dan. Hat zanîn ku polîsên dagirker ji xebatkarê kafeyê re gotiye “Biçe van stranan biguherînin, em jê fêm nakin.”
Li dijî ziman û stranên kurdî bêtehamûlî dewam dike. Komek polîsên dagirker di nav de ku rayedarên polîsan jî hebûn duh êvarê li kafeyek li navçeya dîrokî ya Sûra Amedê rûniştin. Li kafeyê di YouTube’de stranên kurdî vekirîbûn û dihatin gotin. Hat zanîn ku polîsên dagirker ji xebatkarek kafeyê re gotin “Biçe van stranan biguherînin, em jê fêm nakin.”
Li ser vê bêtehamûliya polîsên dagirker jî xwediyê kafeyê stranên dihatin lêdan neguhert û YouTube’yê di herikbarîna xwe de li ser stranên kurdî dewam kir.
Polîs heta derengiya êvarê li wê kafeyê rûniştin. Hat zanîn ku polîs ji serê sibehê ve heta êvarê li derdora wê kafeyê çûne û hatine.