WAN – Li Wanê nobeda demokrasiyê ya li dijî qeyûman didome. Çalakî li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Rêya Armûşê pêk hat û tevî parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç û Mûazzez Orhan, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek mirovên ji herêmê tevlî bûn.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci li qada çalakiyê axivî. Avci diyar kir ku qeyûm zilm e, rawestandina li ber zilmê jî mafê herî rewa ye û got, têkoşîna wan ne tenê li dijî pratîka qeyûm e di heman demê de li dijî wan kesan e ku dixwazin paşeroja welêt tarî bikin.
Avci destnîşan kir ku ev sekna li dijî qeyûman hate nîşandan sekneke bi rûmet e û wê teqez bi ser bikevin.
Avci bi bîr xist ku li qenalên televîzyonê nîqaş der barê HDP’ê û Kurdan de tê kirin, lê belê nûnerekî wan jî tevlînayê kirin û got, “HDP paşeroja vî welatî ye. Çi zû çi jî dereng wê bernameya siyasî ya HDP’ê di rêveberiya vî welatî de hebe.” Avci got, “Qeyûm wê bicehimin û em ê wezîfeya xwe pêk bînin. Berxwedana me wê teqez bi ser bikeve.”