NAVENDA NÛÇEYAN
DÊRSIM: Operasyona qirkirina siyasî ya li ser rêveberên HDP’ê îro jî domiya. Endamê Meclîsa Partiyê Ferhat Yildiz îro di têketina bajêr de hate destgîrkirin.
Li Mêzgira Dêrsimê jî Zekî Can û Alî Nezîp Înecîk ên ku roja Sêşemê di serdegirtina malê de hatibûn destgîrkirin, bi hinceta ku ‘alîkarî dane rêxistinê’ hatin girtin.
Hate diyarkirin ku rêvebera EMEP’ê ya Mêzgirê Pakîze Aydin û rêveberê HDP’ê yê Mêzgirê Celal Aydin jî wê sibê îfadeyên wan were stendin.
RIHA
Li gundê Gola Eyşo ya girêdayî navçeya Siwêregê ya Rihayê cendirmeyan bi ser malekê de girt û piştî lêgerîna li malê welatî Cengîz Sariçîçek bi hênceta parvekirinên medya civakî destgîr kirin. Birayên Sariçîçek, Mahmût û Cîhan Sariçîçek li dijî destgîrkirinê derketin. Cendirmeyan li her du birayan dan û hat zanîn ku laşê wan reş û şîn bûye.