Zaxo Zagros
“Berxwedana giştî ku rêber APO dest pêkiriye, mîna pêlên deryayê îro hem li girtîgehan hem li çiyan bilind dibe û belav dibe. Ev berxwedana bi rûmet ku ev sed salî jêre şehdetî dike, em bawerin ku mînakên wê a nîne an jî gelek kême. wê neşaş be ku mirov bêje bi qas ku ev berxwedanî ji bo nasname û rûmeta netewa Kurde,ewqas jî bi navê nirx û rûmetên tevahî mirovatî vîneke bê hempa tê nîşandan. Ji ber ku ev berxwedan çavkaniya xwe ji tevahî nirxên ku di dîroka mirovatî hatine perçiqandin û bi ber tunekirinê ve çûne di gire, lewam jî ne ser tewandinê ne jî binketinê na pejrîne û ji bo xwe bi ghîne jiyanekî azad, bi hemû hêza xwe li ser lingaye. Kokê jiyana komînal,wekhev û azad ku xwe di vê axê de bi cîkiriye,tevî hemû êrîşên dewlet perestî, Nejat perestî,desthilat perstî û zayin perestî pûç ne bû û nerizya. İro jî bi tevgera azadiya Kurdistanê re cara yêkê piştî bihezaran sal şensê jiyanê bi dest dixe. Şoreşa heqîqetê ku rêber APO’ di hemû waran de pêşxist, hişt ku ev nirx careke din serê xwe hildin û vîna jiyankirinê bi afirînin. Lewma jî şerê ku di navenda İmralî de dest pêbûye netnê di navbera rêber APO’ û dewleta Tirk deye, ev şer di navbera nirxên modernîta demoqratîk û modernîta kapîtalîst deye. Mezin bûn û firehbûna vî şerî bê guman bi vê rastiyê ve girêdayiye. Ger îro cihan li hember pergala İmralî a bilenet bê deng dimîne û wekî tirbên miriyan sar û kere, çavkaniya xwe ji vê rastiyê digre. Çawa ku berê di navberî xwedayên başî û xerabiyê de şerên mezin çêdibûn û di binketin û serketinên van hêzan de mirovatî an lenet dibû, an jî pêşketinên mezin avadikir.İro jî dîrok û mirovatî li beranberî rewşekî wehaye. Ji ber ku berpirsyarî gelek mezin û dijware. Lewma jî berxwedaniya rêber APO’, şervanên azadiyê li çiya û girtîgehan, sekna gelê Kurd jî di asta ku her kesî matmayî bihêle xwedan zanestiyeke dîrokî,felsefîk, gerdonî û vîneke bê sînor e.
Di 2012 de hêzên mêtinkar bi her awahî bi hêvî bûn ku tevgeran azadiya Kurdistan teslîm wergirin û serkeftina xwe ilan bikin. Her weha bi konsebtekî hev beş tevgeriyan û ji bo tesfiya kirina tevgera me hemû rengên şerê taybet xistin meriyetê. Tecrîda giran li ser rêber APO, êrîşên ser gêrîla, komkujiyên siyasî û leşkerî ser gelê Kurd, çapemeniya azad a Kurdî qedexe kirin û dana girtin wekî rêbazên bingehîn ên vê planê ketin pratîkê. Dîsa û wekî her car yek ji polîtkayên wan ên serke jî Kurdê xwe,Kurdê xwe firotî û Kurdê sipî xistina dewrê bû. Bi vî rengî xwestin hêviyê serketin di civaka Kurd de vemirînin û mîna sed saliya 20’ an Kurdan bê statû û bê nasname bihêlin. Her weha hewladan ew bû ku dîsa Kurdan bikin qurban û ji bo netewên din bi serbestî bijîn Kurdan bişewtînin. Netenê veya, ermanc ew bû ku bi tesfiya kirina xeta modernîta demoqratîk ku tevgera me jêre pêşengtî dike, wê hêzên emperyalîst bikarin destwerdaneke nû ji hermê re pêşbixin. Lê belê wekî tê gotin “ hesabê malê û ê sûkê li hev derneket”. Dev jê berde têkçûn û binketina tevgera me. Bervajî ne palnên Amerîka di herême de bi cî hatin ne jî ên hukumeta AKP’ ê. Helwesta ku Rêber APO’ pêşxist,berxwedana gêrîla û bilindkirina pêla şerê gel ê şoerşgerî, dîsa berxwedana dawî a ku di girtîgehan de pêşket, şoreşa başûrê roja ava ,hukumeta AKP’ û piştgiryên wê xistiye nava qeyeranekî mezin de û xiste rewşekî weha ku êdî nikare birêve bibe. Şûna ku tevgera azadî têxe nava koşegiriyê de. Bervajî veya Hukumeta Erdoğan bi piraniya hêzên herêmê re ketiye nava pevçûnê û koşegiriyeke diplomasî dijî. kongeriya AKP’ ê a dawî ku xwestin xwe bi her awahî xurt bidin nîşandan, rewşa heyî biawayekî baş danî holê. Dervî PDK, Hemas,partiya İxwan El muslumîn a Misrê kes li derdorwî nemaye. Her çiqas Erdoğan xwest xwe mîna Fatîh Sultan bi de nîşan dan,lê di rastiyê de rewşa dewleta Tirkî a heyî, teşbîhî rewşa dewleta Osmanî a di dawiya sedsaliya 19 da dibe. Yanî çawa jêre di hat gotin “zilamê nexweş “ her weha heman rewş ji bo hukumeta Erdoğan jî tê jiyin. Lewma jî bi derwan, bi gefan, bi kûrkirina nejatperestiyê û bi riya şerê taybet dixwazin binketina xwe veşêrin û raya giştî bi xapînin.
Di sala 2012 de şerê gel ê şoreşgerî kete pêvejoyekî nû, ji dest pêka buharê heta nuha, Kurdistan û Tirkî bû qada şerekî dijwar. Careke din hate diyar kirin ku, ger em li gor pêdviyê startijiya 4. Tevbigerin û dervî tektîkên gerîla dernekevin, tevî hemû teknîkê,artêşa Tirkan nikare li berxwe bi de. Ev saleke ku artêşa Tirk dibin agirê gerîladeye. Çalakiya Şitazin – Oremar, dorpêşkirina Şemzînan, Bêşebabê û her weha gelek çalakiyên din dewleta Tirk neçar hişt. Bi vê gavê re girêdayî, rojiya birçîbûnê a bê dem û dorveger,rêk li pêşiya pêvejoya berxwedana giştî vekir,ku ev jî pêvejoya herî bilind a şerê gel ê şoreşgeriye. Di pêşengtiya Rêber APO’ de hemû kadroyên tevgera azadî û Kurdên bi rûmet,helwesta xwe li hember dîrokê danîne. Û dan nîşan dan ku tu êrîş nikare me teslîm wergire û me ji ermancê me qut bike.
Yek ji seknên ku demga li vê pêvjoyê jî da tekoşîn û helwesta azadî a jinên Kurd bû. Di hemû pêvejoyên şoreşa azadî de, jinên Kurd pêşengtî kirine û seknên qehremantî pêşxistine. Rêheval Berîvan Agal, Berîtan,Zilan, Sema, Rojbîn,Şilan, Viyan û bi hezaran şopdarên wan, bûne xeta berxwedana radîkal li hember êrîşên dujimin ên derve û hundur. Di jiyan û çalakiya xwe de, bûne pîvan û pirensîb ji bo her milîtanekî heqîqetê. Îro jî di çarçova startijiya şerê gel ê şoreşgerî de jinên Kurd bi heman ruhî û bi heman cesaretê vê kevneşopiyê berdewam dikin. Ji bo azadiya rêber APO’ û parastina nirxên netewî,di heman demê de li hember zihinyeta bavik salarî , jinên Kurd di 2012 de jî bi her awahî li ser lingabûn. Di şer de heta dawî ruhê êrîşê,cesaret, di fermandariyê de berpirsyarî, di taktîk de kûrahî û di plan de ziravî, wekî taybetmendiyên bingehîn ê ku xwe di tevlêbûna hevalên jin de dane pêş di pratîka 2012 de. Wekî hêzên YJA-STAR tiştê herî balkêş jî, bilind bûna di hejmarên çalakiyên xweser de bû. Bi xwe bawerî,di ermanc de zelalî, di zanestiya rêxistinî û bîrdozî de kûrahî,hiştiye ku di çalakiyê de jî xuluqkarî û dewlemendî derkeve holê. her weha di dema derbasbûyî de hevlên jin tenê beşdarî çalakiyan dibûn, lê nuha hem di warê tektîk de hem jî di plan û pêkanînê de xwedan rolekî aktîf û serkene. Netenê di qada gerîla da, heman demê di qada siyasî û civakî de jî jinên Kurd ji bo azadiya rêber APO’ û parastina rûmetên netewî hem di rojiyan de, hem jî di serhiladana her dem pêşengbûn. Mirov veya bi awayekî eşkere di rojiya bê dem û dorvger a ku buharî li Ewrupa dest pêkir û a ku nuha li girtîgehan û di qada legal de berdewam dike baş bibîne. Ji keçên biçûk bigre heta daykên 80 salî îro li ber devê girtîgehan nobeta azadiyê digirin û di nava çalakiyê de ne. Tekoşîna jinên Kurd li ser civakê jî bandorekî mezin avakiriye. Cesaret, fedekarî, israr di jiyana azad de ku daykên Kurd didin nîşandan, dihêle ku çanda berxwedanê di civaka Kurd bibe kevneşopî û bibe şêwazekî jiyanê a xwezayî. Ji ber civaka ku jinên wê serhildêrbin tu hêz nikare vê civakê esîr wergire û kole bike. Bi vê rastiyê ve girêdayî sala 2012 jî şehdetî ji qeremantiyê destanî re kir. Li hember hemû tang, top û firokên dijmun, gerîlayên jin û daykên Kurd li berxwedan û heta nefesa xwe a dawî şerkirin. Berxwedana rêheval Arjîn û 14 hevalên wê,wê di dîroka gelê Kurd û dîroka jinê de, herdem mîna mûmekê geş be û riya me ronî bike. 15 jinên ku li hember xiyanet, nûkertî, koletî û hemû çekên wê serî ne tewandin û heta fîşeka xwe a dawî li berxwedan. Wan di helwesata xwe de nûnertiya herî bi rûmet ji hemû berxwedanvên vê axê kirin. Şervantiyê heqîqetê çawa tê pêkanîn wan bi xwîna xwe li zinar û kevirên Gerzanê nivîsîn. Xiyanet û qehremantî li ser vê xakê herdem di nava şer de ne, lê vê carê ne Enkî ne jî Mardok bi serketin. tovê 15 jinên Kurd li ser vê axê belav bû, ev tovên berxwedanê her roj di dil û mejiyê gelê Kurd de dibin zeviyê bedewbûn û azadiyê. Cûdî jî şehdetî ji berxwedaniya jinan re kir. Rêheval Binefiş, Zilan, şîlan û rêhevalên wan li ser Cûdiya Mirada pîrozbahiyekî nû zêdekirin. Li kêleka evsana nebî Nûh û lawikê Xerîb, evsana keçên Cûdî wê herdem bibe ciyê ziyaret û pîrozbahiyê. Çawa ku Nûh hewlda mirovatî ji felaketa xwezayê rizgarbike û sefîna xwe bir navsera Cûdî. Jinên Kurd jî ji bo ku mirovatî ji çanda destdirêjkirinê, ji koletiyî û bê exlaqiyê rizgarbikin xwe ji serê tayê porê xwe heta tilyên lingên xwe nedirî azadiyê dikin . Yek ji qehremanên 2012 de jî rêhval Rojîn Gewda bû, rêheval rojîn ji roja yekê heta roja şehadetê, yek ji wan hevalên ku bi awayekî herî aktîf tevî şerî gel ê şoreşgerî bûye û di artêşbûna jin de bi rolekî pêşengtî rabûye. Ewê di kesayeta xwe de senteza cewhera civaka dayiktî û çanda azadî a PKK’ afirandibû. Lewma jî bi tevlêbûna xwe a ji dil, dil nizim,fedekar, bi coş û moral ewê hîlîna xwe di dilê her mîlîtanekî azadiyê de çêkiribû. Divê ku wê rêber APO’ bi awayekî fîzîkî nedîtibû, lê wê bi dilê xwe ê paqij û hizra xwe a zelal şopdarekî xwezayî a rêbertiyê bû. Ew di jiyana xwe a şoreşgerî de her dem mîna zozanên feraşînê bedew, mîna cîloyan asî û mîna Çarçelan serbilind bû. Divê ku neçûbe dibistanên dijmun, lê ew şagirtekî serkeftî bû di akadimiyên jiyana azad de. Tevî ku gelek caran bîrîndar bû, lê ewê herdem di cephên herî pêş de cîgirt û bê hesab tevlî tekoşînê bû. Ew yek ji wan kesên ku fikir,zikir û çalakiya xwe kiriye yek bû. Ew evîndara lûtkên çiyayan bû, lewma jî herdem mîna teyrê baz li Herekol û Sunbulan di firya. Ew rêhevala rêhevalan bû,ewê herdem li ser bingeha heqîqetê rêhevaltî dikir. Rêheval Rêvan jî ji pêşengên serdema 4. Bû. wê di kesayeta xwe de herdem nirxên civaka komînal parast û ji bo wan jî,di ast herî bilind de ked û fedekarî dida nîşan dan. Di tekoşîna azadiya jin de her dem xwedan israr û di xwe de her roj exlaqê jiyana azad di afirand. Lewma jî di hemû pêvejoyên zor de ew milîtana demên tengbû. Her weha rêheval Canda, Zîn û bi dehan hevalên wekî wan, di helmeta 2012 di warê fermandarî de, di hevaltî û ruhê mîltantî de destanên lehengtiyê avakirin.
Jinên Kurd ne tenê di tekoşîna netewî de heman demê li hember polîtakyên AKP’ ên cinsiyet parêz jî helwestên radîkal dan nîşan dan û di tekoşîna demoqrasî de jî pêşengtî kirin. Her weha ji qada siyasî bigre heta qada leşkerî, ji serhildanan bigre heta girtîgehan bi pêşenigiya jinan civaka nuh xebatên avakirina netewa demoqratîk pêşdixe. Mirov vê rastiyê ne tenê li bakur, li rojavayê Kurdistanê jî dibîne. Jinên Kurd di şoreş roj ava de rolên sereke dilîzin. Hem di sazîkirina pergala xweseriya demoqratîk de, hem jî di parastina gel de bûne mertalên zindî, yanî bi her hawî jinên Kurd pêvejoyekî roneansê jiyan dikin. Wê neşaş be ku mirov bêje; di vê sed saliyê de, di rojhilata navîn û cîhanê de tu jin mîna jinên Kurd xwedan zanestîya polîtîk, civakî, bîrdozî û çalak nînin. Jinên Kurd çend şoreşan behvre birêvedibin, lewma jî ev vîn, cesaret û hişmendiyekî mezin dixwaze. Li hember zayend perestî, Nejat perstî,zanesit perestî û ol perestî tekoşîna herî bi bandor îro jinên Kurd pêşdixin. Lewma jî ev tekoşîn ne tenê ji bo civaka Kurd, her weha Ji bo civakên rojhilata navîn û tevahî cîhanê perspektîfekî bihêz ava dike û ji bo jinên tekoşer û azadî xwaz, tevgera azadiya jinên Kurdistan manîfestoya vê sedsalê temsîl dikin.”