AMED – HDP wê li dijî polîtîkayên qirkirina çand û ziman wê cihê Nobetên Demokrasiyê bikin Kursiya Zimanê Dayikê. Wê li ser depê reş dersa zimanê kurdî bidin destpêkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest bi kampanyaya zimanê kurdî kirin. Rêveberên HDP’ê diyar kirin ku polîtîkayên qeyûm li gel xespkirina vîna gel, darbeya li dijî zimanê kurdiye jî. Rêveberên HDP’ê anîn ziman ku wê cihê Nobetên Demokrasiyê bikin Kursiya Zimanê Kurdî. Di kampanyaya ku Komisyona Ziman a KCD’ê, Platforma Ziman, Saziyên Çandî û DBP piştevaniyê dike de wê di Nobetên Demokrasiyê de li ser depê reş dersên kurdî bidin.
‘SAZIYA ZIMANÊ KURDÎ AVA BIKIN’
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, der barê kampanyayê de diyar kir ku Platforma Ziman ji neh rêxistin, partî û komeleyan hatiye avakirin û di bernameya platformê de daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdê heye û wiha got: “Girêdayê vê jî divê dewlet Saziyeke Zimanê Kurdî ava bike. Çawa Saziyeke Zimanê Tirkî heye, em dixwazin ku dewlet ji butçeya xwe saziyeke wiha fînanse bike. Navê wê bike enstîtû bike saziya ziman. Bila dewlet fermî wê jî qebûl bike. Li ser van her sê tiştan em siyaseta platforma ziman dimeşînin.”
‘LI HER DERÊ FERÎ KURDÎ BIBIN’
Cizirî, destnîşan kir ku kampanyaya HDP’ê dayî destpêkirin tiştekî gelek baş e û wiha axivî: “Bi ya min ne tenê rojên wiha awarte de, divê li her derê em zimanê kurdî fêr bibin. Li mal, kolan, bazarê û medyayê de fêr bibin û bi axivin. Em dixwazin li dibistanan zimanê me bibe zimanê fermî. Ev pêwistiyek e.”
‘BILA KURDÎ NEBE ALAVÊ PROPAGANDAYÊ’
Cizirî, xwest eger li cihê nobeta ev xebate çêbe, partiyên siyasî, parlementer û şaredarên wan jî di nava xwe de bi kurdî biaxivin û wiha berdewam kir: “Di nava xwe de çalakiyên xwe bi kurdî bikin. Divê Kurdî nebe amûrê propagandayê. Bila Kurdî bibe beşeke şexsiyet, netew, çand û nasnameya me. Divê em li her derû Kurdî biaxivin.”
‘EM MAFÊN XWE YÊN ZIMAN DIXWAZIN’
Cizîrî, xwest li otogara Amedê jî anons bi kurdî bên kirin û wiha domand: “Mesele wexta dibêjin wê otobûs here Wanê, bi kurdî anonsa bikin. Tenê bi tirkî nekin. Em ne li dijî zimanên din in. Bila zimanên din hemû bên axaftin. Em dixwazin hemû ziman bên axaftin û em jî mafê xwe yê ziman dixwazin. Divê em, medyaya me, siyasetmedarên me, partiyên me, rêxistinên me divê bibin mînak. Bila niqaşên me kurdî bin. Ji ber wê yekê gaveke baş e. Divê firehtir bibe. Bikeve di nav rêxistinan û di nav çalakiyên siyasî, di her derê de mirov bikare vê niqaşan bike.”