NAVENDA NÛÇEYAN – Derbarê wekîlê berê yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder biryara berdanê hate standin.
Dadgeha Cezayê Giran a 26’an a Stenbolê li ser biryara Dadgeha Bilind a Tirk a, “binpêkirina azadiya derbirînê” ye, biryar da ku Sirri Sureyya Onder were berdan.
Onder ji 6’ê Kanûna 2018’an ve ji ber axaftina wî ya 2013’an a Newrozê ya li Kazliçeşme ya li Stenbolê rehîn hatibû girtin û li Gİrtîgeha Tîpa F’yê ya Nimro 1 a Kandirayê bû.