Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Kasim Engîn
Di nivîsa xwe ya dawî de me tespîtek wiha kirîbû: “Ger Şerê Derûnî di serê neyarên xwe de gumanek afirandibe, êdî li vir de kurmek di dilê wan de çandiye. Bawerî êdî dest bi şikandinê kiriye. Dema ku pirsa ‘gelo dijmin rast dibêje’ tê kirin, êdî Şerê Derûnî di kesan de encam girtiye.”
Di van tespîtan de tê dîtin ku Şerê Derûnî ew şerê ku li hember yên xwe tê meşandin e. Lê pêwîst e were zanîn ku ev şera tenê li ser propaganda naye meşandin e. An jî Şerê Derûnî tenê propaganda nîne, tenê milekî Şerê Derûniye.
Pir caran tê dîtin ku; Şerê Taybet di heman demê de propagandaya şer û çalakiyên xwe dike. Ji lewra jî dijmin, gava li hemberî hêza wek neyar îlankîrî şerê derûnî dimeşîne, di hemû qadan de derbasî êrîşê dibe. Lê bandora mezintir a van erîşan, bi armanca derûnî ye. Mînak; Dewleta Tirk, êrîşên hawayî pêk tîne, top, obus, kazan û her wiha çekên kujer bikar tînin. Bêguman, ew bi xwe wiha diyar dikin û propaganda dikin: “Ez bi van êrîşan dixwazim tesîsên wan ên binavaniya wan xera bikim û pêşiya amadekariyên wan asteng bikim” û hwd. Her çendî ev milên xwe hebin jî, lê di rastiya xwe de ev çekên kujer bi vahşeta xwe rol û rista hilweşîneriyê dileyzin lê ya herî giran û bandora xwe zêde ew e ku vana di heman demê de wek çekek giran ya Şerê Derûnî jî kar tînin. Mesaj ango bangazî ew e: ”Ez dikarim tevahî erdnîgariya we hilweşînim. Hûn nikarin min. Ez ê koka we biqelînim. Ji were tenê rêyek heye, ew jî; xweradestkirin ango teslîm bûyîne.”
Bêguman dema ku vê dikin di heman demê de bi çekên xwe yên kujer tirs û xovê li ser gel û yên alîkarî û yarîmatî dikin jî hedef dikin. Çendî erîş dijwar bibin bêguman ev jî ew qasî bandora xwe dike. Taybet jî li ser kesên ku sekna wan ya ruhî lewaz, dudil, tam ne pîjayî, xwe çênekirî, bîryardariya xwe ne sexlam in û her wiha ev erîş bi bandor dibin.
Armanca Şerê Derûnî ya esas jî tam ew e! Ango hedefa ew qasî bombebaranên giran ne hêzên berxweder û xwe şidandîne, hedef; herî zêde kes û derdorên lewaz in. Ji bo wê pêwîstî heye ku her kesî lewaz ango dudil teqez vîna wan an jî ew bi xwe –ger dilsoz bibin-vîna xwe û xwe teqez xort bikin.
Em bala xwe bidinê di wê manê de mabesta Şerê Derûnî ew e ku, plansazî û jiyana gerîla û gerîla sabote bike.
Ji ber ku jiyana birêkûpêk, disiplîn û hevgirtin derûniya civakê di asteke girîng de bandor dike. Lewra Şerê Derûnî bi erîşên xwe yên dijmirovahî û bi propagandayên xwe yên qirêj hedef dike ku di jiyana gerîla de xerabûn, nehevgirtin û rojevên sexte, fikrên neyînî û her wiha pêş bixe. Ger ev çêbibe wê demê di wê derholê de derûniya dudilîtî ava dibe û di lebatê de nehevgirtin dest pê dike. Derbarê kî tiştekî ji bo çi dike de nediyarî ava dibin. Di şert û mercên evqas jiyan û disiplîn xerabûyî de bi awayekî giştî derûniya civakê jî xera dibe. Bila pêvajoya Osman û Botanan were bîra me. Di vê manê de dema ku em dibêjin Şerê Derûnî tenê propaganda nîn e, ev rastî ye!
Dîsa pêwîst e were dîtin ku ev Şerê Derûnî tenê yekser li hember yên dijber naye meşandin. Yek jî hedef kes û dorhêlên bêalî yên ku di navberê de dimînin heye. Hejmara yên di navberê de dîmînin gelekî zêde ne. Heta di hinek pêvajoyan de helwesta yên di navberê de dimînin, çarenûsa şeran diyar dike. kî bikaribe yên di holê de mayîn ber xwe ve bikişînin piranî ew qezenç dikin.
Em wek PKK aliyekî şer in. Dewleta Tirk jî aliyekî din yê şer e. Dewleta Tirk wek aliyekî şer, xwe kiriye militan; PKK jî bûye milîtan. Li dervayî van jî, hinek beş henin ku li gel ku rasterast ne di nava şer de ne, xwe li hemberî dewletê an jî li hemberî PKK bi mesafe digirin, dem deman xwe an nêzîkî PKK’ê, an jî nêzîkî dewletê dikin henin. Helwesta van beşan girîng e. Heke PKK van beşan bigire gel xwe, wê demê yê dewleta Tirk nikaribe dem dirêj di têkoşîna xwe ya dijmirovî berdewam bike. Lê heke dewleta Tirk van beşan bigire wê demê PKK yê gelek zoriyan bikişîne.
Yek armanca Şerê Derûnî jî ev e! Ango Şerê Derûnî bi aliyekî xwe jî têkoşîna bandorkirina van beşên di navberê de dimînin û kişandina wan a bêr bi aliyê xwe ve ye.
Tevgera Azadiyê jî propaganda dike. Gava em propaganda û rêxistiniyên xwe dikin, teqez divê em vî şerê qirêj bidin ber çavên xwe. Heke tevgera azadî beşên navîn û navberê hilde hemberê xwe têkoşîn yê hêna di serî de marjînal û teng bimîne.
Dîsa girîng e ku mabesta Şerê Derûnî ew e ku dostên xwe li cem xwe bigire. Bi hedefa ku li gel xwe bigire tevdigere. Dîsa heke êrîşek bi pêş xistibe û ketibe nava polîtîkayekê, an jî hema nava arasteyekê, dîxwazê yên ji xwe re dost dihesibîne, li kêleka xwe bibîne.
Di vê mijarê de Dewleta Tirk rastî jî gelek caran bi serkeftî Şerê xwe yê Derûnî didomîne. Mînak di mijara dagirkirina Rojava de çendî xebatan, hewldanan raber dike herkes dibîne. Adeta fir digerin û hemû dostên xwe dibînin û hemû derewên xwe jî ji wan re didin xwarin.
Ew qasî amadekarî, erîş, dijûn, xwe werimandin û her wiha ji bo çi tê kirine? Ev hesta raseriyê ango zextê çi ye?
Armanç ew e ku di serî kesên ew pê re şer dikin di wan de wek ramanekê bidin avakirin ku ew li hember wan lewaz û biçûk in, dikarin weke mêşan û mûriyan werin pelçiqandin. Di vê wateyê de teşegirtineke ku mezinbûneke bipirole ango zirt û vala pêk tînin. Gava vê diafirîne jî, tesewîrên bîrdozî yên wî motive bikin jî bikar tînin. Nîjadperestî dibe bîrdoziya ku ew herî zêde serî lê didin. Dibêjin ku di dîrokê de gelek qehremantiyên mezin kirine. Mîtolojîyên wek Sarikamiş, Kû’til Amere, Malazgîrt, Ahlat û her wiha diafîrînin. Û her wiha çendî di dîrokê de ji bo mirovahî rol leyîstine bê navber dûbare dikin. Gava di derûniya mirovan de ev were cih kirin êdî Şerê Derûnî rol leyistiye. Bi amadekirina şert û mercên jiyanê yên wî bihêz û biheybet raber bikin, bi cil û berg, bi amûrên li gorî wê tê gurçûpêçkirin. Di wê manê de ew qas derewên Erdogan ne vala ne , armancek van derewan mabesta Şerê Derûniye.
Tiştên ku li jor hatine ziman tên wê wateyê ku gel li ser feraseta netewperestî ji bo şerekî amade dikin e. Ger bikaribin vê pêşbixin êdî negengaz e ku şovenî, netewperestî û nîjadperestî were rawestandin.
Îro gelê tirk çawa kirine amûrê Şerê Taybet û Şerê Derûnî herkes bi çavên xwe dibîne. Ruxme ku birçîbûyîn di aste jor de ye, ruxme ku ew qas pirsgirêk kûr in û ruxme ku her roj zam li ser zaman têne kirine, yek dengek dernakeve. Ev giştî nîşan didin ka çawa Şerê Derûnî bi kûranî di nava civaka Tirkiyê de cih girtiye.
Di Tirkiyê de rewşenbîr, hunermend, siyasetmedarên tirk û heta gelê tirk jî xwe gelek pêşkevtî dibîne, Ereb û Efrîkiyan biçûk dibînin. Lê rastiyek heye ku ev jî ew e, çi li welatên Ereban de û çi jî li welatên Efrîka de dema zam ango bahabûyînek biçûk jî rû dide, hemû gel dadikevin kolanan û xwepêşandanan lidar dixin. Lê di Tirkiyê de ev hîç nîne. Nîne ji ber bi hêza Şerê Derûnî dewleta tirk û serdestên wan gelê tirk bi piranî kirine perçeyek xwe ango uzvêkî Şerê Derûnî!
Bi gotinek din Şerê Derûnî him li hember yên ku ji xwe re dijmin dibînin şer dikin lê him jî hêna kûrtir li ser civaka xwe dimeşînin û wan ji bo şerekî amade dikin. Civak û ferdên civakê jî li gorî wê biteşe dikin.
A rastî; Şerê Derûnî, wa dike ku Şerê Taybet di her şert û mercî de were domandin. Ji lewra Şerê Taybet takekes û civakê, ji bo bûyîna diranekî Şerê Taybet were meşandin, divê di wateya derûnî de werin fetihkirin.
Bi gotinek din dema ku ŞERÊ DERÛNÎ dest bi arastekirina takekes û civakê bike, êdî di wê derê de Şerê Derûnî gêhiştiye armanca xwe!