ENQERE – Endama Meclîsa Ciwana ya HDP’ê Betul Unsal ji bo kursên zimanê Kurdî yên li Enqereyê bang li her kesî kir û got, divê her kes li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê têbikoşe.
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, li Enqereyê li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê kursên zimanê Kurdî vedike. Roja dawî ya qeydên kursê 13’ê Cotmehê ye. Wê kurs li avahiya HDP’ê ya Çankayayê bên dayîn. Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Betul Unsal, diyar kir ku ew li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê kursên zimanê kurdî vedikin û got, divê her ciwan xwedî li zimanê xwe derkeve.
Unsal, da zanîn ku ew ji Colemêrgê ye, lê belê tam nikare bi zimanê xwe biaxive û got, ji bo ciwanên wekî wê demeke dirêj e li metrepolan e û zimanê xwe ji bîr kirine hînî zimanê xwe bibin wan xebateke bi vî rengî daye destpêkirin. Unsal, destnîşan kir ku kêm zêde ew bi kurdî dizane lê belê gava bi mezinên xwe re diaxive tam nikare xwe bilêv bike û got: “Em tam nikarin pêwendiyê bi hev re deynin. Em nikarin xwe bigihînin kokên xwe. Em vê qutbûyînî hîs dikin. Loma me xebateke bi vî rengî da destpêkirin.”
‘LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ASÎMLASIYONÊ’
Unsal, destnîşan kir ku pirsgirêkeke sereke ya kurdan pirsgirêka ziman e û got: “Êrîşên li ser ziman, çand û edabiyeta kurdan êrîşa li ser bêhnstendina me ye. Loma em heta ji destê me tê li dijî van polîtîkayên dewletê li ber xwe didin.” Unsal, got ew ê bi van kursan li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê têbikoşin.
Unsal, ji bo kursê bang li hemû ciwanan kir.