ŞIRNEX – Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Ferhat Encu ku di Komkujiya Roboskiyê de birayek wî û gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dan, bal kişand ser doza di sala 2015’an de derbarê roboskiyan de hat vekirin û got: “Kîn û hêrseke wan î cuda a ji bo Roboskiyê heye. Peyama ‘bêdeng bin’ didin me, lê em ê bêdeng nebin.”
Di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê dewleta tirk a dagirker bi balafirên şer 34 ciwanan qetilkiribûn. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz li xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan vekir. Doz bi hinceta pankartên di 4’emîn salvegera komkujiyê de hatibûn hilgirtin hatiye vekirin.
Wê di dozê de Ayaz Encu, Aysel Encu, Berivan Encu, Cahide Encu, Cihan Encu, Fadile Tosun, Hanım Encu, Heybet Encu, Muhsin Aykut, Selcan Encu, Semire Encu, Sevcan Encu, Sozdar Encü û Tufan Saydam û Meral Geylanî û Yannîs Vasîlîs Yaylali ku piştgirî dabûn xizmên windayan bên darizandin. Wê danişîna dozê piştî 8’emîn salvegera komkujiyê bi du rojan yanî di 30’yê Kanûna 2019’an de pêk bê.
ENCU: PEYAMA ‘BÊDENG BIN’ TÊ DAYÎN
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Ferhat Encu ku di komkujiyê de birayê wî û gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dan, derbarê doza li malbatan hatiye vekirin axivî. Encu, bilêv kir ku di hemû doz û lêpirsînên derbarê wan de tê xwestin peyama “bêdeng bin” bidin wan. Encu, got: “Hêrs û kîneke wan î cuda ji bo Roboskiyê heye. Çimkî li vira dewlet li ser sûc hatiye zevtkirin. Roboskiyî ji bo vê teşhîr bikin û berpirsiyar bên darizandin têdikoşin. Ji ber vê dewlet nerihet dibe û roboskiyan dide ber pirs û dozan.”
Encu, ji bo roja danişînê jî ku piştî salvegera komkujiyê bi du roja ye jî got “kepazetî û bêwijdanî ye” û wiha lê zêde kir: “Lê em ê bêdeng nebin.”