NAVENDA NÛÇEYAN – Li Bexdayê ji ber qedexeya derketina derve buhayê kel û pelên xwarinê bilind bû û li stasyonên mazotê krîz derketiye û nirxê gazê jî bilind bûye.
Çavdêr dibînin ku rewşa Bexdayê dê rê li pêşiya berdewama xwepêşandanan veke û li dijî hikumetê berdek derkevin.
Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmihdî bi daxuyaniyekê fermana qedexeya derketina derve ragihandibû lê belê vê sibê rakir.
Çavkaniyên hundirîn ên Iraqê ragihand ku hejmara qurbaniyên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest daye, gihaşt 65 kesan. Her wiha çavkaniyên ewlekarî û tenduristiyê ragihand ku duh 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Çapemeniya ewlekariya Bexdayê ragihand ku bi çeka sekvanî 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, di nav wan de 2 endamên ewlekariyê li qada derketina balafire û Mola Nexîl jiyana xwe ji dest da.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a li Bexdayê îşaret bi rewşê kir û ragihand ku tu fermanên bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşandêran tune ye.
Vexwendina Teyar El-Sedrî
Di milekî din de, duh serokê Teyar El-Sedrî bang li hikumeta Iraqê kir ku ji desthilatê îstîfa bike û di bin serpereştiya Neteweyên Yekbûyî de hilbijartinên lezgîn ragihîne.
Neteweyên Yekbûyî ji banga lêpirsîna der heqê xwepêşandêrên bûne qurbanî û bikaranîna hêzên ewlekariyê ji tundiyê re kir.
Buroya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku divê hikumeta Iraqê mafên xwe bi kar bîne û tenê di rewşên awarte de divê tundî li dijî xwepêşandêran were bikaranîn, ev jî dê li gorî zagonan be.