NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildana şehîd Mucahît Yilmaz ragihand ku wan li Nisebînê li dijî nobedarên (bekçî) saziya dewleta tirk a dagirker çalakî lidar xistine.
Daxuyaniya Yekîneyên Tolhildana şehîd Mucahît Yilmaz wiha ye:
“Ji aliyê me ve di 5’ê Cotmeha 2019’an derdora saet 16:00’an li dijî bekçiyên ku li ber nexweşxaneya dewletê a Nisebînê nobet digirtin çalakî hate lidar xistin. Li gorî me tesbît kir di çalakiyê de 1 bekçî hate kuştin û 1 jî birîndar bû. Yekîneya me a Tolhildanê bi awayekî ewleh wegeriyan baregehên xwe.
Ev çalakiya me li dijî zilm û şerê dagirker ên dewleta tirk a faşîst ku li ser Gelê Kurd û Ciwanan dide meşandin bû. Bi vê çalakî me dîsa nîşan da ku ciwan li dijî wan polîtîkayên qirker bêdeng namînin û wê heta dawî têkoşîn bikin. Her bekçî, polîs û kesên ji bo dewleta tirk a dagirker dixebitin wê wek ev bekçiyên dawî bibin armanca çalakiyên me.
Em bang li hemû Ciwanên Kurdistanê dikin, bila li dijî tevahî sazî û kesên ku ji bo dewleta tirk a dagirker dixebitin û li dijî wan polîtîkayên wan têkoşîn û çalakiyên ku rewa ne pêşbixin. Bila ev mafê xwe ê rewa bikar binin û bikevin nava çalakbûnê.”