ÎZMÎR – Ramazan Turkaslan, diyar kir ku kesên xwe weke polîs bi wî dan nasandin, sîxurî ferzî wî kirin û got: “Ger tiştek werê serê min berpirsiyarê wê Ewlekariye.”
Li Îzmîrê, kesên ku xwe weke polîsan didin nîşandan, sîxortiyê li ser mirovan ferz dikin. Her roja diçe bûyerên wiha li Îzmîrê zêdetir dibin. Herî dawî Ramazan Turkaslan ê li Taxa Çîmentepe ya navçeya Kanak a bajêr dijî jî rastî ferzkirina sîxortiya van kesan hat.
Berî 3 heftiyan, kesekê bi telefonê li Turkaslan geriya û jê re got, “Ez Komîser Mehmet, birayên te li çiyê û ji derveyî welat hene. Di nava rêxistina terorê de cihê xwe digirin.” Turkaslan li ser vê yekê ev tişt ji wî kesî re gotin; “Tu agahî û têkiliya min nîne. Ger tiştek wiha hebe jî, divê hûn ne bi telefonê, bi xwe ekîbekê bişînin gel min. Ji xwe cihê min diyare. Min dilnerihet nekin.” Turkaslan ê telefona xwe digire, vê carê jî ji heman hejmarê peyam ji bo wî tê.
Di peyamê de wiha hatibû nivîsandin: “Birayê min, ez bawerim ku min nekarî derdê xwe ji tere vêbêjim. Ez Komîser Mehmet. Em li ba şaxa PTT’ê li benda tene. Divê tu werî Konakê û îfade bidî.”
Turkaslan li ser vê yekê diçe şaxa PTT’ê û du kes wî pêşwazî dikin. Du kesên ku wî pêşwazî dikin nasnameyên xwe yên polîstiyê nîşan didin û li kafeyeke nêzî şaxa PTT’ê rûdinin.
TÊKILIYÊN WÎ YÊN BI HDP’Ê RE PIRS DIKIN
Turkaslan, diyar kir ku van kesan çiyana wî ya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr û têkiliyên li wê derê ji wî pirs kirine û wiha axivî: “Min got kes nikare ji bo serdana min a wê derê tiştekê bêje û min bertek nîşanî wan dan. Polîsan li ser vê yekê ji min re gotin; ‘Ji ber ku baweriya me bi jidilbûna te hat, me gazî te kir. Me dikarîbû em bangî birayên te jî bikin û bi axivin. Lê ji ber ku me tu paqij û rast dît me gazî te kir. Gelo em dikarin dûre dîsa hev bibînin? Ger em bi hevre xwarinekê bixwin û bên mala te ma wê çi bibe?’ Min jî ji wan re got li qûrê mêze nekin. Kesên ku ez wan nasnakim nikarim bigirim mala xwe. Ez naxwazim bi we re hevdîtin bikim. Min dilnerehet nekin. Dûre ez rabûm û çûn.”
Turkaslan, da zanîn ku piştî 3 heftî bi ser vê hevdîtinê re derbas bûn, di 30’ê Îlonê de, dîsa ji heman telefonê peyam jê re tê û wiha got: “Kesê ku xwe weke Komîser Mehmet dabû naskirin peyama ‘Merhaba birayê min tu çawanî’ şand. Dîsa xwest hevdîtinê bi min re bike, lê min qebûl nekir. Dûre ji min re peyam neşand.”
Turkaslan, dest nîşan kir ku zewiciye, zarokên wî hene û ev 15 rojin karê tekstîlê dike. Turkaslan, da zanîn ku ger tiştek were serê wî berpirsiyarê wê Ewkariye.