AKRÊ – Dema welatiyên herêmê mijûlê dirûna birinç bûn, balafirên şer yên delweta Tirk a dagirker 6 caran herêma Nihêla ya girêdayî Akrê bombebaran kir.
Balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker îro serê sibehê gundê Hîzankê ya Nihêla ku dikeve ser navçeya Akrê bombebaran kir.
Dema welatî li herêmê di nava zeviyên xwede de birinç diçinîn herêm zêdeyî 6 caran ji aliyê balafirên Tirkiye ve hatin bombebaran kirin.
Di nava 3 rojan de zêdeyî 11 care balafirên şer yên Tirk vê herêmê bombebaran kiriye û ev jî ziyaneke mezin bi bax û dehlê gundiyan xistiye.