NAVENDA NÛÇEYAN – Li Amed, Riha û Colemêrgê bi çarçoweya terora rehînkirinê 5 kes hatin destgîrkirin. Di operasyona li Amedê pêk hat de, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Peyasê jî di nav de, 3 kes hatin binçavkirin. Li Pirsûsê endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Ahmet Orçîn û li Colemêrgê jî Abdullah Kaya (19) hatin binçavkirin.
Li navçeya Peyas a Amedê, polîsên dagirker duh bi şev bi ser hin malan de girtin. Polîsên dagirker di heman demê de bi ser mala Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Peyasê Kadrî Akkaya de jî girtin.
Polîsên dagirker piştî lêgerîna malê Akkaya binçav kirin. Polîsên dagirker ku bi ser malên welatiyên bi navê Şenol Fîdan û Gamze Gulan de jî girtin, ew binçav kirin. 3 kesên nehat zanîn bi çi hincetê hatin binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên girtin. Hat diyar kirin ku polîsan di serdegirtinên malan de, derî şikandine û di lêgerînan de jî, alavên malan belav kirin e.
RIHA
Polîsên dagirker serê sibê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi ser mala endamê Meclîsa Şaredariya Pirsûsê Ahmet Orçîn de girtin û binçav kirin. Nehat zanîn ku Orçîn ji ber çi hêncetê hatiye binçavkirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.
COLEMÊRG
Polîsên dagirker vê sibehê li navenda Colemêrgê jî bi ser malekê de girtin. Polîsên dagirker lêgerîn li malê pêk anî û pişt re kurê malbatê Abdullah Kaya (19) binçav kirin. Hat zanîn ku Kaya bi hênceta “alîkarî bi rêxistinê re kiriye” hatiye binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê.
‘ÇEKÊN XWE SPARTIN SÎNGA MIN’
Bavê Kaya, Şukru Kaya behsa serdegirtina polîsên dagirker kir û wiha got: “Piştî nimêja serê sibê ez bi qelebalixiyekê şiyar bûm. Min fêm kir ku polîs in û ji bo deriyê me neşikînin min li tavilê got ez derî vedikim. Lê ne sekinîn û derî şikandin ketin malê. Piştî ketin hundir berê çekên xwe dan sînga min û dorpêç kirin. Bêser û ber kurê min kelemce kirin û nehiştin cilê xwe jî li xwe bike. Mala me serûbinê hev kirin. Beriya niha jî gelek caran bi ser mala me de girtin. Ji ber operasyonê hevjîna min dikeve depresyonê. Çima vê zilmê li ser me meşrû dibînin? Yên xebera ji Îsraîlê re didin ji wan xirabtir dikin.”