SERÊKANIYÊ – Gelê li navenda navçeya Serêkaniyê kom bûn û bi dirûşmeyên şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker dest bi meşa xwe kirin.
Gel ber bi Til Xelefê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Na ji dagirkeriya tirk re” û “Bijî Yekîtiya Gelan” hatin avêtin.
Tê zanîn ku bi heman armancê meşek dê li kantona Hesekê jî were lidarxistin.