NAVENDA NÛÇEYAN – Serçete Erdogan û dewleta tirk a dagirker ev demeke xwe ji bo operasyona dagirkiriyê li dijî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade dike. Bi her derfetê ku serçete Erdogan gefên xwe ên dagirkeriyê dûbare dike, doh li ser telefonê bi Serok Emerîkayê Trump re axivî û destûra operasyona dagirkeriyê jê xwest. Qesra Spî derbarê vê hevditînê de daxuyaniyekê da û eşkere kir ku wê Emerika li hemberî operasyona dagirkeriyê a tirk nebe asteng.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Emerika DAIŞ’ê bin xistiyê û wê êdî li vê herêmê nebe. Ji bo DAIŞ’iyên girtî jî di daxuyaniyê de hate gotin ku Emerîka êdî berpirsyartiya wan dixe destê Tirkiyê.
EMERÎKA BI HELWESTA XWE DAIŞ’Ê DÎSA ZINDÎ DIKE
Emerîka û serokê we Trump bi vê helwestê eşkere êrîşên qirker yên dewleta tirk a dagirker erê kir û rê li ber operasyona dagirkeriyê vekir. Balkêşe ku Emerîka vekirî dibêje “êdî berpirsyartiya DAIŞ’iyên girtî di destê Tirkiyê de”. Bi vê gotinê Emerîka eşkerê dide xuyakirin ku ew dagirkeriya dewleta tirk li ser herêmê dipejirine. Ev helwesta Emerîka ji bo DAIŞ’iyên girtî di heman demê tê wateya jinûve zindîkirina DAIŞ’ê jî.
KOALÎSYONÊ XWE JI HERÊMÊ LI SER SINOR ŞUNDE KIŞAND
Li gorî agahiyên Nûçegihanên me hêzên Koalîsyona Navdewletî ku Ermerika serkeşiya wê dike, ji serê sibehê ve xwe ji herêmên li ser sinor şunde vedkişînin. Hêzên Koalîsyonê ji noqteyên xwe yên herêmên li ser sînorê bi Tirkiyê ve li herêmên Serêkaniyê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê û Girê Spî ya herêma Firatê xwe vedikşîne.