DERSIM – Li Dersimê hefteya bihûrî li dijî HDP’ê operaysonek hatibû destpêkirin û îro jî vê operasyonê berdewam kir. Serê sibehê polîsên dagirker ê Tirk yên emniyeta Dersimê bi ser gelek malan de girt û lêgerîn pêk anîn. Polîsan di serdegirtina malan de rêveberê berê yê DBP’ê Celal Aydin, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Dersimê yê berê Murat Polat, rêveberên HDP’ê Balaban Turgut û Cemal Gungormuş. Endamê Meclîsa Giştî ya Dersimê Mehmet Alî Yazir, rêveberê Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) Mustafa Ataç û Ozcan Ateş, Ferîde Kit û Bêrîvan Kit Gungormuş binçav kir.
Hat zanîn ku ji van binçavkiriyan yek jê jî pidika 3 mehî Bêrîvan Kit Gungormuş e. Hênceta binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Dersimê. Li Dersimê operasyon didome û hat diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.