BEHDÎNAN – Daxuyaniya nivîskî ya HPG’ê wiha ye:
“Di daxuyaniya xwe ya 6’ê Cotmehê de me ragihandibûn ku di 1’ê Cotmehê de li qada Pirê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker 2 hevalên me şehîd bûne. Agahiyên der barê hevrêyên me Dîcle û Têkoşîn ên şehîd bûn wiha ne:
Nasnav: Dîcle Amed Nav paşnav: Dîlan Îkîlîk Cihê jidayikbûnê: Mersîn Dayik-Bav: Hasîbe-Fîkrî Dem û cihê şehadetê: 1’ê Cotmeha 2019’an / Çelê |
Nasnav: Têkoşîn Kurdistan Nav paşnav: Aysel Ateş Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Husna-Mehmet Zekî Dem û cihê şehadetê: 1’ê Cotmeha 2019’an / Çelê |
Hevala me Dîcle di sala 1995’an de li Mersinê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Bi eslê xwe ji Amedê ye û di tevahiya jiyana xwe de bi hesreta welatê xwe li metropolan ma, şerê qirkirinê ji nêz ve nas kir. Hevrê Dîcle pê hesiya ku sîstem mirovan diqedîne û bênasname dihêlê û kete nava lêgerîna têkoşîneke çalak a li dijî vê yekê. Hevrê Dîcle têkoşîna azadiyê ya ku li dijî sîstema faşîst şer dike nas kir û di sala 2015’an de li xaka ku lê ji dayik bû tevlî nava refên gerîla bû. Bi dilê xwe yê ciwan û nêrînên xwe yên pak tevlî nava refên gerîla bû û ji roja destpêkê ve bi rengekî fedayî tevlî bû. Li her qada ku lê ma bi samîmî û hevrêtiya xwe her xuya kir. Her tim bû hevalek ku jê dihate hezkirin û hurmet jê re dihate nîşandan. Hevrê Dîcle hemû wezîfeya jê re dihate dayin bi rengekî herî baş pêk dianî, bi kedkariya xwe dihate naskirin. Di xeta azadiya jinê de xwe bi fikrên Rêbertî bi pêş ve bir, şareza kir û bû milîtaneke bi vî rengî. Hevrê Dîcle di nava jiyanê de bû nîşaneya ked, wêrekî û fedakariyê û bû hevrêya hevrêyan.
Hevala me Têkoşîn di sala 1993’an de li navçeya Erdîş a Wanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Bi welatparêziyê mezin bû û di temenê biçûk de rastiya dijmin nas kir. Li dijî nêzîkatiya sîstemê ya li dijî jinê kete nava hewldanek ji bo têkoşîna bi rûmet û îdeolojiya Rêber Apo nas kir. Têgihişt ku afirandina jiyana azad a rasteqîn û azadkirina gelê Kurd bi têkoşîna li çiyayên Kurdistanê dibe û bi vî rengî di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi coş û kelecana xwe tevlî nava refên têkoşînê bû. Bi sekna xwe ya li nava jiyanê, bi nêzîkatiya xwe ya li hevrêyan bû hevaleke mînak. Bi vî rengî bû milîtaneke fedayî ya Rêber Apo. Di meşa xwe ya rastiyê de kêliyekê jî ranwestiya û her tim li dijî dijmin têkoşiya. Hevrê Têkoşîn xwe weke gerîlayeke şareza bi pêş ve bir û di demeke kurt de bû fermandareke gerîla ya şareza. Di têkoşîna xwe ya dijî dijmin de bi lehengî şehîd bû.
Em destpêkê ji malbatên hevrêyên xwe yên şehîd bûn ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku heta serxistina têkoşîna azadiyê em ê têkoşîna xwe geş bikin.”