NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê Twitterê tekez kir ku encama yekemîn ji vekişîna Amerîkayê, binkeftina peymana mekanîzmaya ewlehî ye û hêzên rejîmê yên bi piştevaniya Rûsyayê xwe amade dikin ku ber bi Minbicê ve biçin.
QSD’ê ji nû ve mîsoger kir: “Çi êrîşeke Tirkiyê pêk were, dê bi xwe re karesetan li herêmê pêk bîne.”
Dewleta Tirk ji demekê ve gefên êrîşkirina li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Di saetên sibehê de, hêzên Koalîsyonê ji nuqteyên Girê Spî û Serêkaniyê vekişîn.
Her wiha nûnerê Amerîkayê yê berê yê Koalîsyonê Brett McGurk hişyar kir ku vekişîna Amerîkayê dikeve xizmeta Rûsya, Îran û DAIŞ’ê.