LAVRIO – Li Yûnanistanê bajarê Lavrio di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger meşek dirêj a 3 rojan li dijî komploya 9’ê Cotmeha 1998 ya ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji Sûriyê derxistin hate destpê kirin.
Meşa ku bi şiyara “Bi Rêbertî re bimeşin, faşîzmê tune bike” bi kombûna gelek ciwanan li Lavrio bi hilgirtina posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, HPG, YPG û YPJ hate destpê kirin.
Di meşê de merşên şoreşgerî hatin xwendin û ciwanan li dijî komploya navdewletî û êrîşên dagirker ên dewleta tirk belavokan belavkirin.
Roja yekem a meşê li gundê Marco Polo bidawî bû. Di dawiya meşa dirêj de wê ciwan li Atînayê berbi konsolosxaneya dewleta tirk ve bimeşin.