RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Mirov di avakirina neteweya demokratîk a KCK’ê de dikare alî û şaxê polîtîk weke xweseriya demokratîk bike têgîn. Mirov bêyî xwebirêvebirinê nikare li neteweya demokratîk bifikire. Bi giştî bi tevahî şêweyên neteweyan, bi taybetî jî neteweyên demokratîk hebûnên civakî yên xwedî rêveberiyên xwe ne. Eger civakek ji rêveberiya xwe mehrûm be, ew ji netewebûnê derdikeve. Di rastiyên civakî yên hemdem de mirov nikare li neteweyan bêyî rêveberî bifikire. Heta neteweyên mêtingeh jî herçiqasî ji xerîban pêk bê jî rêveberiyeke wan heye. Lê ji bo civakên ketine pêvajoya jihevbelavbûnê mirov nikare behsa rêveberiyê bike. Eger mirov behsa rêveberiyê bike jî ew rêveberî ya hêza ji hev belavker e, rêveberiya tesfiyekirinê ye, û vê bi demê re û bi kontrol dike. Dema Kurd ne xwedî rêxistiniya xwe bûn, rewşa wan jî bi vî rengî bû. Ne bi tenê nedihiştin Kurd bibin netewe, di heman demê de ew ji civakbûnê jî derdixistin. Pêşengiya PKK’ê û polîtîkaya KCK’ê ne bi tenê ev pêvajo rawestand, ji civaka polîtîk ber bi netewebûyîna demokratîk ve pêvajoyek da destpêkirin. Di vê qonaxê de ku em gihiştinê, Kurd bi qasî ku dibin civaka polîtîk, vê rastiya polîtîk li ser riya netewebûyîna demokratîk têra xwe bi rêxistin dikin.
Di serdema me de polîtîkbûna civakê bi xetên sereke ji du aliyan ve civakê dibe netewebûyînê: Riya kapîtalîst a ji rêûresmê ew rê ye ku ber bi dewleta netewe ve dibe. Di şert û mercên kapîtalîst de eger civakek bêdewlet be, dewleta wê hilweşiya be yan di rewşa jihevdektinê de be, polîtîkayên dîndar û mîlliyetgir wê civakê ber bi dewleteke nû ve, ber bi dewleta netewe ve dibe. Eger dewleteke wê civakê ya ji rêûresmê hebe û bêhêz be, li şûna wê dewletê wê dewleteke netewe ya bi hêztir bê danîn. Riya duyemîn a netewebûyînê, riya netewebûyîna demokrtîk e. Nexasim karekterê dewleta netewe yê pirsgirêkan diafirîne, di roja me ya îro de civakên polîtîk û hêzên wan ên rêveberiyê ber bi netewebûyîna demokratîk ve dixe nava tevgerê, yan bi reformê yan jî bi şoreşê wan neçarî netewebûyîna demokratîk dike. Dema ku kapîtalîzm mezin dibû meyla serdest dewletên netewe bûn, lê di van şertên roja me ya îro de ku hildiweşe, bêhtir ber bi netewebûyîna demokratîk ve diberide. Di vê mijarê de gelekî girîng e ku mirov hêza polîtîk bi desthilatdariya dewletê re wekhev neke. Di xwezaya polîtîkayê de azadî heye. Netewe û civakên polîtîk dibin, ew civak û netewe ne ku azad dibin.
Her civak û neteweya hêza desthilatdarî û dewletê bi dest dixe çawa ku azad nabe, eger xisletên wê yên demokratîk hebin, dikeve rewşekê ku azadiyên xwe yên heyî jî ji dest bide. Lewma mirov civakekê ji diyardeyên desthilatdarî û dewletê çiqasî bişo, ewqasî li azadiyê vedike. Şertê bingehîn ê mirov wê civak û neteweyî azad bike ew e, divê mirov timî wê di rewşeke polîtîk de bihêle. Civakeke ji desthilatdarî û dewletê hatibe şuştin, lê polîtîk nebûbe, dibe civak an neteweya teslîmî kaos an anarşiyê bûyî. Eger civak û netewe demeke dirêj ji anarşî û kaosê rizgar nebin wê birizin, ji hev belav bibin û wê bibin alavê kozmosên xerîb ên din. Kaos û anarşî bi tenê ji bo demeke kin û demî dikarin bi roleke afirîner rabin. Ji bo vê jî şert e ku diyardeya polîtîk bikeve dewreyê. Polîtîka, bi tenê azad nake, di heman demê de tenzîm dike. Polîtîka hêzeke bêhempa ya tenzîmkirinê ye. Li cem netewe û civakê polîtîka çiqasî bi hêz be, ew dewlet û desthilatdarî jî ewqasî lawaz in, divê lawaz bibin. Berevajiyê vê jî dibe. Li cem netewe an civakê dewlet an hêza desthilatdariyê çiqasî zêde be, polîtîka ango azadî jî ewqasî lawaz dibe.
Di avakirina neteweya demokratîk de Koma Civakên Kurdistanê KCK bi rola darê piştê radibe. Ji bo netewebûyîna demokratîk divê KCK bi rola organa polîtîkaya demokratîk rabe. Tevlîhevkirina wê bi dewleta netewe re berevajîkirineke bi zanîn e. KCK weke prensîb dewleta netewe amûrê çareseriyê nabîne. Ne qonaxa pêşî û ne jî qonaxa dawî ya dewleta netewe ye. Herdu têgînên ji hev cuda yên otorîteyê ne, û xwedî xisletên cihêreng in. Herçiqasî ji aliyê şemayê ve ji hin aliyan ve bişibe bisazîbûna dewleta netewe jî bi xwe û naveroka xwe cuda ye. Weke organa biryarê ya KCK’ê KONGRA GEL bi rola Meclîsa Gel radibe. Girîngiya wê ew e, gel bi xwe biryarên xwe dide. Meclîsa Gel an KONGRA GEL organeke demokratîk e. Ew alternatîf e, li beramberî netewebûyîna di tebeqeya jor de an jî pêşketina netewebûyînê bi pêşengiya hêmanên bûrjûwa. KONGRA GEL netewebûyîna bi pêşengiya çînên gel û tebeqeya rewşenbîr bi pêş dikeve, îfade dike. Ji aliyê naverokê ve ji sîstema bûrjûwa ya parlementeriyê vediqete. Lewma dewletên netewe yên serwer divê sîstema xwe ya hilbijartinê û navenda civînên xwe li gorî şertên li cih bi rêxistin bikin. Konseya Rêveber a KCK’ê pîramîda rêveberiya rojane ya navendîkirî û xurtkirî îfade dike. Ew ê yekeyên xebatê yên li nava gel belav bûne, koordîne bike. Divê hewldanên rêxistinî-çalakî yên rojane yên netewebûyîna demokratîk koordîne bike, bi rê ve bibe û biparêze. Rast nîne ku bi organên hukûmetên dewletê re bê tevlîhevkirin. Bêhtir nêzî sîstema konfederasyona civakên sivîl ên demokratîk e. Saziya Serokatiya Giştî ya KCK’ê ku bi hilbijartina gel tê destnîşankirin, bi awayekî giştî asta herî jor a neteweya demokratîk îfade dike. Ahenga di nava tevahiya yekeyên KCK’ê de û pêkanîna polîtîkayên bingehîn dişopîne û kontrol dike.
Pirsgirêka KCK’ê ya legalbûnê bi dewletên netewe yên serwer re heye. Tevî ku pêşî cih dide xebatên legal jî dewleta netewe vê qebûl neke wê ev yek li Kurdistanê rê li ber rêveberî û otorîteyeke duserî veke. Eşkere ye, kengî li ser van erdan û di nava van civakan de rêveberiya dewletê û rêveberiya KCK’ê bêne meşandin wê ev yek bibe sedema şer û tengezariyê. Eger daxwazên der barê legalbûn û qanûnîbûnê de ji dewletên pêwendîdar re têne pêşniyarkirin bersiva xwe nebînin û berevajî bi şîddet, girtin û şopandinê bersiv bê dayîn, KCK jî wê texsîr neke rêveberî û otorîteya xwe bi awayekî yekalî pêk bîne. KCK di sala 2005’an de hat îlankirin. Ji wê rojê ve bi dewletên netewe yên pêwendîdar re yekser û neyekser diyalog çêbûn û heta niha ji wan encameke çareseriyê ya qanûnî bi dest nehatiye xistin. Eger diyalogên behsa wan tê kirin encamên erênî nedin, di dema pêş de KCK wê weke otorîte û hêza rêveberiyê li Kurdistanê bi civaka Kurd û hindikiyayên li heman cografyayê re bivênevê bi awayekî yekalî xwe pêk bîne.
Kengî KCK xwe bi awayekî yekalî di nava hemû alî û şaxên neteweya demokratîk de pêk bîne, ev yek wê demeke nû bide destpêkirin. Ev dem wê ji dema PKK’ê xwe ava dikir û şerê gel ê şoreşgerî pêşde dibir cuda be. Di vê demê de wê bi tenê partî û rêveberiya şer tinebin. Tevî ku wê dîsa xebatên PKK û HPG’ê û şerên parastinê hebin, lê di vê demê de erka bingehîn wê ji hemû alî û şaxan ve avakirin û rêvebirina neteweya demokratîk be. Eşkere ye ku vê demê di nava şert û mercên nû de wê di navbera sazî û hêzên dewleta netewe û hêz û saziyên KCK’ê de raqebet, xwelihevrakişandin û şerekî mezin pêk bê. Li bajaran, li dewrûbera bajaran û gundan dibe ku otorîte û rêveberiyên cuda pêk bên.”
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN