“Em bala xwe bidinê hêzên herêmî û navneteweyî yên pirsgirêkên wan bi hev re hene, dema mesele dibe Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê kurd bi awayekî pir bi hêsanî dikarin li hev bikin û bi hev re tevbigerin. Hevdîtin û têkiliyên DYA, Rûsya, Tirkiye û Îranê yên tên kirin û gavên di encama vê de tên avêtin mirov di vê çarçoveyê de bigire dest û li hemberî geşedanên muxtemel jî amade be dê baş bibe.
Di vê xisûsê de nuqteya bingehîn a divê neyê jibîrkirin ev e ku; asta krîza rû dide, asta êrîşên li hemberî hêzên azadiyê yên xwedî îdiaya alternatîf in jî diyar dike. Pergal di serî de li qada siyasî û civakî li hemû qadên jiyanê di nav hilweşînekê de ye, di ceribandinên xwe yên têkildarî çareseriyê de her carê bi bin dikevin. Dema rewş wisa dibe, siyaseta Xeta Sêyemîn a di pêşengiya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de pêş dikeve û ji aliyê gelan ve hatiye erêkirin zêdetir bal dikişîne û dikare bibe armanca van hêzan. Siyaseta Xeta Sêyemîn a weke xeta çareseriya demokratîk jî dikare bê îfadekirin, pêş bikeve û hebûneke herêmî nîşan bide dê spartekên wê pûç bike. Ji ber vê bi awayekî bêperwa êrîşî gelê Kurdistanê û tevgera azadiyê dike.
Dijminê esasî li vir desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku du cêwiyên xwe ji bedene û rehmên cuda afirandî nîşan dide lê di esasê xwe de yek in. Di her gav û kêliyê de ji roja ku ruh hatî ser, di serî de li dijî berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistan û gelê kurd ketiye nava êrîşên tunekirin û qirkirinê. Hebûna xwe li ser tunebûna wê daniye. Lewra tim êrîş dike û dixwaze koka wê qir bike. Lê berovajî vê her gava çûye bi xwe mehkûmî windabûnê bûye. Desthilata ku heta niha bi rehê miletgerî û olê civak û ferd dixapand, ji ber ew jî di destan de êdî nemaye ketiye ber sekeratê. Bedena wê dirize û diperite.
Ji bo xwe ji vê rizînê rizgar bike, niha her cure kiryarên derhiqûqî û exlaqî dide kirin. Li gel êrîşên li Bakur, êrîşên dagirkeriyê yên li başûrê Kurdistanê jî dewam dikin. Bi girtin û îşkenceyê nekarî, parlamenter û hevşaredar girtin nebû, dikuje nebû. Niha bi qeyûman a ku ne cara yekê ye dike, hevşaredarên bi vîna gel hatibûn hilbijartin ji erkê girtin û şaredarî radestî destê diz û bertîlxweran kirin. Bi vê jî nebû ji bo berxwedan û dengê rastiyê bi nixûmînin, rabûn destê çend dayik û malbatan girtin birin ber derê HDP’ê. Qaşo ji bo HDP’ê tehşîr bikin, ji rastiya wê derxin, birînên xwe yên kurmî bûyî derman bikin. Vê jî bi hinceta ku qaşo HDP’ê zarokên wan tev li PKK’ê kirine dikin. Ev yek berê jî hatibû ceribandin, lê ev faşîzm ji ber ku mejî riziyaye û geniye, wê demê jî encam negirtibû û wê niha jî encamê negire. Zêde dirêj nekir û derket holê bê ka bi çi armancê dayik anîne wir. Gelek ji wan dayikan anîn ziman ku zarokên wan winda bûne û ji bo zarokên xwe bibînin bi rêya çapemeniya derewker a weke teyrê goşt li benda kelex li wir kombûbûn vê yekê ji bo desthilatê bikar bînin, dibe zarokên wan derkevin holê. Dîsa hinek bi pereyan anîbûn. Bi kurtasî desthilata faşîst a bloka AKP/MHP a serkêşiya wê Erdogan û Bahçelî dike encam negirt û planên wan di destê wan de teqiya.
Niha dîsa bi fezleke û biryarên nû dixwazin parlamenteriya parlamenterên HDP’ê weke cara din bigirin û hemû ewldanan wan HDP’ê weke partî heta bigirin. Ji ber ewqasî çav sor bûne û dîsa ji nû ve avabûna partiyên nû dike ku vê bi temamî hilweşîne. Vê tirsê kiriye ku bi girtina HDP’ê dengên kurdan ji bo xwe bibin. Her roj siyasetmedar û rojnamevanên kirêgirtî li ser ekranên tv’yan didin axaftin û bi vê dixwazin di hişê civakê de HDP’ê weke baskekê PKK’ê bidin nîşandan û bi gel bidin reşkirin. Lê çi bikin dê negihêjin ya xwe. Ji ber ku ev hemû hatine ceribandin û gel ev ji van haydar e. Ne tenê kurdan heta hemû pêkhate û rengên li Tirkiyeyê dijîn êdî rastiya AKP/MHP’ê û heta gelek organên girêdayî van dîtine û jê bawer jî nakin.
Dîsa yek ji mijar û rojeva herî esasî di vê pêvajoyê de li ber çav bê girtin gef û êrîşên dewleta tirk a li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Hevdîtinên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê li ser esasê pêşîlêgirtina statûyeke muxtemel a dê li wir pêk bê ye. Her wiha lihevkirina DYA û Tirkiyeyê ya li ser ‘Herêma Bi ewle’ jî di vê çarçoveyê de ye. Her çendî hevdîtinên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HSD’ê raste rast nebe jî, lê di encama navbeynkarî û li ser DYA’yê re ji bo pêkhatina ‘Herêma ewle’ lihevkirinek pêk hatiye. Di çarçoveya vê lihevkirinê de, li gorî mekanîzmayê HSD’ê hêzên xwe ji sînor vekişandin û dîsa dewriyeyên hevpar tên kirin. Lê diyare bi vê dilê Tirkiyeyê rehet nebûye. Ji ber vê divê mirov pêşbînî bike ku DYA ji bo Tirkiyeyê li cem xwe bigire dibe wê tawîzan bide û dîsa Tirkiye bi awayê ku Amerîka çavên xwe lê bigire wê bi tena serê xwe êrîşî Rojava bike. DYA dixwaze di aliyekê de bi gefên dewleta tirk û Erdogan qertên xwe yên li bakur û rojavayê Sûriyeyê xurtir bike û bi temamî bixweve bide girêdan û hebûna vîna kurdan a li wir lewaz bike.
Tirkiye dixwaze çeteyên xwe yên li Idlib û gelek deverên din asê mane, di darçoveya lihevkirina li ‘Herêma ewle’ de li wan cihan bi cih bike. Heta ne tenê li ser herêma hatî nîşandan, qala heta Reqa û Tebqayê dike. Dibêje; ‘Sê milyon koçberên li Tirkiyeyê û heta yên Ewropayê jî li wan bajar û gundên ku dê lê ava bikim dê lê bi cih bikim.’ Dê bê qey zeviya bavê wî ye û kes lê tune ye û hema bi xêra xwe kesan lê bi cih dike. Herêma tê qalkirin herêmên welatiyên herêmê yên bi salan xwecihî ne, baş e ew ê biçin ku. Ev bi serê xwe nakokiyeke mezin e.
Ji bo vê jî ezmûnên berê û êrîşên berê yên tirk rastiya vê hê zêdetir radixe pêş çavan. Ji xwe nimûneya Efrîn û dîsa gelek cihên din ên dewleta tirk di qaşo di çarçoveya lihevkirina Edeneyê de dagirkiriye li ber çav e. Ji xwe bi hezaran leşker, tank û top li ser sînor kom kiriye û her roj dibêjin ‘ha îro ha sibe, carekê em dikarin êrîş bikin’. Li beramberî vê jî helwesta rêveberiya xweser û dîsa HSD’ê li holê ye û bi xwe dibêjin dê rê nedin ku mîna Efrînê êrîş bibe. Êrîşa ku bê kirin dê berxwedaneke topyekûn ku seranserî sînor bê kirin. Pratîka Şoreşa Rojava li ser esasê îradeya gelan ezmûneke girîng a xwerêveberiyê derxist holê. Hêzên azadiyê yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê li qadeke têra xwe stratejîk bi cih bûne û bi destekeke girîng a gel li ser pêyan dimînin. Li ser vî esasî em bikarin vê yekê baştir di nava gel de bi rêxistin bikin.
Li ser vî esasî di serî de kurd û hemû pêkhateyên li ser esasê Projeya Konfederalîzma Demokratîk a bi hev re jiyanê xwe bi rêxistin bike, rê nede ku êrîşek muxtemel pêk bê û dema pêk jî bê berxwedaneke topyekûn raber bike. Ger ku ev pêk neyê, niha Efrîn mînaka vê ye. Her roj girtin, kuştin û talankirina mal û vîna hemû gelan e. Ev ne tenê kurd heta ermen, asur, suryan, tirkmen, êzidî… hwd. xetereyeke man û nemanê ye. Divê her kes vê rewşê bifikire û li gorî wê tevbigere…”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Weysî Tallî