NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger ragihand ku Yekîneya Tolhildana Şehîd Mucahît Yilmaz ya girêdayî wan e li navçeya Mêrdînê Nisebînê li dijî kontrayekî dewleta tirk a dagirker ku di mala xwe de bû çalakiya bi bombeyên deng pêk anî.
Daxuyaniya Yekîneyê Tolhildanê wiha ye:
“Di 6’ê Cotmehê saetên evarî de li Nisebînê kolana Devrim, taxa Bagokê hevkarek dewleta tirk a dagirker ê ku me tesbît kiribû bu armanca çalakiya me. Yekîneya Tolhildana Şehîd Mucahît Yilmaz bi du bombeyên deng çalakî li dijî ew kontrayê ku di mala xwe debû pêk anî. Piştî çalakiyê zerarek maddî gihişt mala ew kontrayî. Dema çalakî bi serkeftî bi encambû, Yekîneyên me bi awayekî ewleh xwe şunde kişandin.”