KOBANÊ
Gefên dewleta tirk a dagirker li ser Rojava didome. Di dimenên ku Rojnamevanên ajansa ji sinorê Kobanê-Pirsûsê kişandine, rewşa dawî li ser sinor diyar dibe. Di dimenan de ji bilî çeperên artêşa tirk a dagirker tu tevgera leşkerî xuya nake.
Doh Koalîsyona Navneteweyî hêzên xwe ji noqteyên sinor yên herêma Firatê ê bajarê Girê Spî û Serêkaniyê şunde kişandin. Medyaya Şerê Taybet bi gotinên wek “Tevgera Me Amade ye” û “Dibe ku em her kêlî destpê bikin” xwestin di nav gel de nerehetiyê bide avakirin. Lê di dimenên ku gihişt destê me de eşkere tê xuya kirin ku li ser sinor tu tevger xuya nake.
Di dimenên ku li ser xeta sinora a Kobanê-Pirsûsê hatiye kişand pêşketine pir cuda naye xuya kirin. Li ser xeta sinor ya “sifirê” tenê wek berê jî çeperên artêşa tirk a dagirker tê xuya kirin. Cend saetan carekê leşkerên dagirker bi wesayîtên zivîk dewriyê davêjin. Ev dewriyên rutîne ku berê jî dihatin kirin.