SERÊ KANIYÊ – Piştî ku Duşemê bi deh hezaran kes li herêmê li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan, li ser sînor kon hate vedan.
Girseya gel a li Hesekê û Amûdê Sêşemê li hev kom bû, tevlî çalakiya li Serêkaniyê bû.
Bi hezaran kesên li qadê li hev kom bûn li dijî dagirkeriyê dirûşman diqîrin û ji bo berxwedanê biryardariya xwe nîşan didin.